Li cîhanê hilberîna kokaînê zêdetir bû

Ofîsa têkoşîna li dijî tiryak û sûcan a Neteweyên Yekbûyî ONÛDC diyar kir ku di sala 2017’an de hilberîna kokaînê hatiye asteke dîrokî.

ONÛDC raporeke salane amade kir û diyar kir ku di sala 2016’an de hilberîna kokaînê 25 ji sedî zêde bûye. Li gorî saziyê sedema zêdebûna zêde ya kokaînê berfirehbûna qadên hilberîna kokaînê ya li Kolombiyayê ye.

70 ji sedî kokaîna cîhanê ji aliyê Kolombiyayê ve tê hilberîn. Li vî welatî qadên ku dara koka lê tên çandin li gorî sala 2017’an 17 ji sedî zêde bûye. Ji ber ku di sala 2016’an de bi gerîlayên FARC’ê re peyman hatibû çêkirin ev qadên ku berê gerîla lê bûne, a niha ketiye destê hin komên krîmînal.

Di sala 2017’an de 1275 ton kokaîn hatiye desteserkirin. Li gorî salên din 13 ji sedî zêde bûye. Li cîhanê 18,1 milyon kes kokaînê dikişînin.

Di sala 2017’an de 585 kes ji ber tîryakê mirine. Di sala 2015’an de ev hejmar 450 hezar bû.

Li gorî ONÛDC’ê her sal 270 milyon kes tîryakê dikişînin. Ji nav kesan jî 188 milyon kes kenevîrê dikişînin.