Li Berlînê êrîşên li hember Asûriyan hatin şermezarkirin

Li paytexta Elmanya Berlînê Asûrî-Suryaniyan, bi xwepêşandanên li dar xistin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelên Til Temir û Hesekê şermezar kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê Asûrî-Suryaniyan, bi xwepêşandanên li dar xistin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelên Til Temir û Hesekê şermezar kirin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li bajarê Hesekê li dijî gelê Asûrî-Suryanî li paytexta Elmanya Berlînê hatin şermezarkirin. Xwepêşandana li Brandenburg Tor ji aliyê Komeleya Demokratîk a Asûrî-Suryanî hat organîzekirin. Di xwepêşandana bi alên Asûrî-Suryanî dovîzên bilezkirina têkoşîna navneteweyî hatin hilgirtin. Yek ji rêveberên komeleyê Sîmon Yonan ê li vir axivî, bal kişand ser komkujiyên çeteyên DAIŞ ên dij mirovatiyê û got: “Komkujiya ku duh li Şengalê li hember Êzidiyan pêk hat, îro li hember Suryaniyan pêk hat. Êrîşên li hember gelê Kurd didomin. Gelên herêmê bi komkujiyekê re rû bir û ne. Li hember van pêkanînên dij mirovî û komkujiyan hêzên navneteweyî hê bêdeng in. Divê dawî li vê bêdengiyê bînin.”

Yonan diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê ji ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûn û wiha axivî: “Welatekî NATO di nav tifaqeke wiha de ye. Divê dawî li vê bînin. Tirkiyeyê hişyar bikin.” Sîmon Yonan serketina YPG’ê ya li hember çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir û got, “Îro Kurd, bi Asûrî-Suryaniyan re li hember DAIŞ’ê têdikoşin. Divê ev serketin bê dîtin û destekkirin. Pêwîst e tevayî cîhan piştgiriyê bide û tenê bi vî awayî wê mirovatî rizgar bibe.”