Li paytexta Elmanya Berlîn ji bo rakirina qedexeya li hember PKK’ê xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin. Beriya rûniştina têkildarî PKK’ê ya roja Pênçşemê li Meclîsa Federal, 2 hezar kesên di nav wan de Kurd, Tirk û Elman jî hene li Berlînê kom bûn, bang li hikûmeta Merkel kirin û xwestin qedexeya li hember PKK’ê rabe.
Roja Pêncşemê li ser banga partiya muxalefetê ya mezin Partiya Çep ji bo rakirina qedexeya li hember PKK’ê wê rûniştineke taybet pêk were. Beriya rûniştinê li paytexta Elmanya Berlînê xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin. Saziyên Elman û koçber jî piştgirî dan xwepêşandana li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NAV-DEM) pêk hat.
Girseya qelebalix a piştî nîvro saet 14.00’an li Qada Potsdamerplatz a li navenda bajêr kom bû, pankarta, “Bila qedexeya li hember PKK’ê rabe, em piştevaniyê bidin Kobanê û Şengalê” dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên, “Bijî PKK”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî piştevaniya şoreşgerî” û bi Elmanî, “Bila qedexeya li hember PKK’ê rabe” hatin gotin.
BÊTEHEMULIYA POLÎSAN A LI HEMBER SEMBOLAN
Girseyê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK’ê hilgirtin. Lê belê polîsan mudaxeleyî girseya sembol hildigirtin kir û 3 kes binçav kirin. Polîsan bi hinceta sembolan, diyar kirin ku wê destûr nedin meşê. Li ser israr girseyê polîsan di helwesta xwe de paşde gav avêtin. Meşvanan paşê dîsa dest bi meşa xwe kirin.
Ligel koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî gelê Elman jî piştgirî da meşê. Dîe Lînke (Partiya Çep), MLPD, NAO (Organîzasyona Antî-Kapîtalîst a Nû), Tatort Kurdistan, ATÎF, AGÎF, HDP Platforma Berlîn û saziyên Kurd ên li Berlînê bi awayekî aktîf beşdarî meşê bûn. Di daxuyaniyan de behsa bêwatebûna qedexeya li hember PKK’ê ya 22 sal in Kurdan krîmînalîze dike hat kirin.
Nûnerê PYD’ê yê Berlînê Şerwan Ebdulmecîd ê di xwepêşandanê de axvî, bang li Merkel kir û got, “Divê hikûmeta Elman qedexeya li hember PKK’ê ya 22 salan rake û bi Kurdan re rûpelekî nû veke. Her wiha nûnerên Partiya Çep û MLPD jî xwestin qedexeya li hember PKK’ê bê rakirin.
Korteja meşê saetên êvarî gihaşt Qada Brandenburg Tor a li nêzî Meclîsa Federal. Xwepêşanderan bal kişandin ser rûniştina 26’ê Sibatê roja Pêncşemê ya li Meclîsa Federal û gotin, “Divê wê rojê her kes bê ber meclîsê û em dengê xwe bigihênin hikûmetê.”