Kurdên Êzidî yên li bajarê Vlademîr ê girêdayî Federasyona Rûsyayê dijîn, kevneşopiya xwe ya sazîbûnê didomînin. Komeleya Mezopotamya ya bi salane hatiye avakirin, ji bo rêxistinkirina Kurdên bajar, xebatan dimeşîne.
ÊRÎŞ QOSER
VLADEMÎR / ANF
sêşem, 16 pûşperê 2015, 11:12
Kurdên Êzidî yên li bajarê Vlademîr ê girêdayî Federasyona Rûsyayê dijîn, kevneşopiya xwe ya sazîbûnê didomînin. Komeleya Mezopotamya ya bi salane hatiye avakirin, ji bo rêxistinkirina Kurdên bajar, xebatan dimeşîne. Damezrînerê Komeleya Mezopotamyayê û serokê wê Siyabend Seîd û Kurdên di saziyê de dixebitin, têkildarî rewşa Komeleya Mezopotamya û Kurdên Êzidî yên Şengalê de axivîn.
Siyabend Seîd diyar kir dixwazin Şengal bê Êzidî bên hiştin û got: “Ev saleke Kurdan êşên mezin kişandin. Ji bo dawî li êşan bê, Yekîtiya Kurdan ji her demê zêdetir xurt bûye. Trajediya Êzidiyên Kurd ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Kesên berê hewl didan aqil bidin Êzidiyan û wan ji ola wan dûr bixin îro jî li ser kar in. Tiştên li Şengalê hatine jiyîn ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ger PKK tinebûna, wê li Şengalê komkujiyên mezin bihata jiyîn. Êzidî neçar mane warê xwe terk bikin. Îro jî bi heman awayî dixwazin Êzidiyên Şengalê koçber bikin. Dixwazin ji ser xaka wan sirgûn bikin. Lê êdî ne wek berê ye û Kurd dikarin xaka xwe biparêzin. Îro xaka xwe diparêzin û hemû cîhan vê dibîne.”
ÊZIDÎ WÊ VÊ ÎXANETÊ TI CAR JI BÎR NEKIN
Siyabend Seîd wiha pêde çû: “Ger YPG’ê xwe negihandiba Êzidiyan wê îro me behsa windahiyên giran bihata kirin. Barzaniyê ku Êzidî tenê û bê parastin hişt, lekeyek reş li dîroka xwe daye. Êzidî wê ti car wî ji bîr nekin. Wê her tim wisa bîne bîra xwe. Me hîna jî tam fêm nekiriye, çima Barzanî, Êzidî firot, pêşmerge ji Şengalê kişand, li dijî komkujiyê bêdeng ma? Di vê mijarê de Êzidî ji wî daxuyaniyê dipên. Lê wisa xuyaye ku ew jî nekare vê îzah bike. Kurd ne dijminê kesî ne, lê Barzanî ku PDK di navbera Kurdan de dijminahiyê pêş dixe. Divê Kurd neyên vê lîstikê.”
ŞENGALÊ EM BI HEV VE GIRÊDAN
Seîd da zanîn ku bi komeleya ku ava kirine di çarçoveya derfetên xwe de kevneşopiyên xwe didin jiyîn û got: “Li vî bajarî gel li hember me rêzdar e. Ev bajar gelek reng têde hene. Her kes ji bo kevneşopiyên xwe bidin jiyîn komele ava kirine. Komeleya me jî tevî ku nû ye, hat naskirin. Xebatên me tên pîrozkirin. Bêguman tiştên li Şengalê hatin jiyîn, em li ser xebatan kurtir kirin. Em bi hev ve girêdan. Em nekarin biçi welat, lê qet nebe em li vir xwe rêxistin dikin û êşên xwe parve bikin.”
HEWCEDARIYA GELÊ ŞENGALÊ BI ALÎKARIYÊ HEYE
Xebatkarê Komeleyê Valud Tîtal jî destnîşan kir ku trajediya Şengalê ji çapemeniyê şopandiye û got: “Gelê me li hemû welatên ku dijîn bi gelên din re ketine nava têkoşînê û berdêl dane. Lê me ji bo xwe heta niha ti tiştek nekiriye. Dema em tên cem hev em dibêjin em yek in û têbikoşin. Lê berdewama vê nayê. Ev jî vê nîşan dide ku di navbera Kurdan de yekîtiyek cidî tine. Partiyên Kurd bibin yek wê li Rojhilata Navîn kes nekaribe pêşî li wan bigirin. Beriya her tiştî divê yekîtî pêş bikeve û divê gelê me bi vê bawer be. Êzidiyên ji Şengalê ji komkujiya DAIŞ’ê reviyan, li kampên Başûr di şert û mercên dijwar de dijîn. Zarok tî û birçî ne. Kurdên Rûsyayê û parçeyên din dikarin alîkariyê bidin. Pereyekî kêm yê em ji bo wan bidin, dikare ji bo wan bibe alîkarî. Di vê mijarê de divê hemû gelê me bi hestiyar tevbigere. Divê hêzên navneteweyî jî destê xwe dirêj bikin. Kurd êdî nekare bê înkarkirin û ji vê saetê şûnde Kurd êdî ne wek berê ne. Li Şengal û Rojava jin û mêrên ciwan li dijî teslimiyet û koletiya li Kurdan tê ferzkirin şerê rûmetê dimeşînin. Li dijî vê têkoşîna rûmetê ez bejna xwe ditewînin û ji vir bi navbeynkariya we diyar dikim ku ez wan serbilind im.”
BI KOMELEYÊ HER KESÎ KURD NAS KIRIN
Tîtal bal kişand ser xebatên saziyê û wiha pêde çû: “Komeleya me ne tenê ji Êzidiyan re, ji hemû Kurdan re vekiriye. Em dixwazin yekîtiya xwe xurtir bikin. Em vê jî bi saya komeleyê dikin. Gel eleqeyek mezin nîşanî xebatan dide. Her kes dixwaze di xebatan de cih bigire. Niha cihê me tine lê em hemû tên cihên xebata Siyabend û xebatê dimeşînin.”
ÊZIDIYAN TI CAR SERÎ NETEWAND
Xebatkarê saziyê Gago Seîd jî wiha got: “Kurdên Êzidî tevî hemû zextan dest ji ola xwe bernedane û xwedî li kevneşopiyên xwe derketiye. Heta îro hatine. Ji 72 qirkirinan derbas bûne. Hineka bawer kir ku wê Êzidî ola xwe biguherin. Lê niha bi berxwedana li Şengalê re, Êzidî wisa hêsan dest ji ola xwe bernadin û teslîm nabin. Êdî ti tişt veşartî namîne. Îro tiştên li Şengalê tên jiyîn di heman saetê de radigîhin vir. Teknîk pêş ketiye. Em bûyeran ji nêz ve dişopînin. Dema DAIŞ’ê êrîşê gelê me kir pêşmergeyan gelê me terk kir. Lê gerîla çûn alîkariya Êzidiyan. Li çiyayê Şengalê tevî hemû bêderfetiyan gerîlayan ew parastin.”
PEYWIRA HEMÛ KURDAN E
Saîd bal kişand ser kampanyaya ji bo Kurdên Êzidî hatiye destpêkirin û got: “Me wek komele ji bo Êzidiyên çûne Çiyayê Şengalê alîkarî kir. Di vê mijarê de hewldanên me çêbûn. Lê em dixwazin alîkarî bi awayekî xurt pêk bê. Ji bo vê plansazî hat kirin. Divê ne tenê kurdên Vlademîr, hemû Kurdên çar aliyê cîhanê alîkariyê bikin. Ev peywira me Kurdan e.”