Li aqubeta jinên hatin windakirin û qetilkirin hat pirsîn

Dayikên Şemiyê di heftaya 519'emîn de aqûbeta jinên di binçavan de yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê di heftaya 519'emîn de aqûbeta jinên di binçavan de yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine windakirin bipirsin çalakiya xwe ya 519'emîn li dar xist. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in winda li ku derê ne" hate vekirin û wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cihanê dayikên şemiyê li aqûbeta jinên di binçavan de hatine windakirin pirsîn.

Destpekê dayika Murat Yildiz, Hanîfe Yildiz axivî û jinên di binçavan de hatine windakirin bi bîr xist. Yildiz jinên di girtigehê de tên girtin jî ji bîr nekir û 8'ê Adarê li hemû jinên girtî pîroz kir. Yildiz ev tişt anî ziman: "30 sal, 20 sal berê êşa me çi be îro jî em heman eşê dikişînin." Yildiz jina bi navê Kîraz Şahîn a ku hefteya borî jiyana xwe ji dest da jî bi bîr xist û got ku Şahîn 20 salan têkoşîna xwe bênavber berdewam kir û heta dawiya jiyana xwe li aqûbeta hevserê xwe pirsî. Hevsera Nîhat Aydogan, Halîme Aydogan jî diyar kir ku dewlet jinan qetil dike.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta jinên di binçavan de hatine windakirin hat pirsîn û hat xwestin ku kujerên van windahiyan werin darizandin. Li ser navê Dayikên Şemiyê Leyla Kaya daxuyanî xwend û da zanîn ku xizmên windahî û jinên mafan diparezin hêza xwe kirine yek û serhildana xwe mezin dikin. Kaya bilêv kir ku ew di vê 8'ê Adarê de ji dewletê aqûbeta jinan dipirsin û wiha got: "We çi bi Makbule Okdem a ku di sala 1991'an de li Cizrê hat binçavkirin, Lutfiye Kaçar a ku di sala 1994'an de hat binçavkirin, Hatîce Şîmşek a ku di sala 1995'an de hat binçavkirin, Fahriye Mordenîz, Konca Kurîş, Ayşenur Şîmşek, Hatun Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Ayten Oztur, Zozan Eren, Neslîhan Uslu, Hamîde Şarli, Gulîzar Serîn û bebeka 3 salî Dîlek Serîn û jinên ku me navê wan nejimartî kiriye." Kaya da zanîn ku divê dewlet aqûbeta kesên di binaçvan de hatine windakirin derxe holê û kujerên wan ceza bike. Kaya anî ziman ku ger dernexe holê ew jî hevkarê van kujeran e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em jinên di binçavan de hatin windakirin ji bîr nakin û em ê hesap ji kesên wan windakirine bipirsin."

Pişti axaftinan çalakî bi dawî bû.