Li Anatolyaya Navîn coşa 8’ê Adarê
Li bajarên Konya, Enqere, Karabuk, Eskîşehîr û Kirşehîr ên Anatolyaya Navîn 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hate pîrozkirin.
Li bajarên Konya, Enqere, Karabuk, Eskîşehîr û Kirşehîr ên Anatolyaya Navîn 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hate pîrozkirin.
Li bajarên Konya, Enqere, Karabuk, Eskîşehîr û Kirşehîr ên Anatolyaya Navîn 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hate pîrozkirin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim di çalakiya li Konyayê pêk hat de axivî û diyar kir ku berxwedana jinên YPJ’yî yên li Kobanê û Şengalê li ber xwe didin hêz dane hemû jinên cîhanê.
KONYA
Çalakiya li Konyayê ji aliyê rêxistina HDP’ê ya bajêr ve hate organîzekirin. 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi beşdariya bi sedan jinan hate pîrozkirin. Pîrozbahiya jinan li beramberî Pazar Yerî ya li nêzî Dedeman Otelê pêk hat. Tevî Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, hevserokên HDP’ya Konya, navçeyên Kulu û Cîhanbeyliyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin gotin.
Yildirim bal kişand ser dîroka têkoşîna jinan û diyar kir ku berxwedana jinên YPJ’yî yên li Kobanê û Şengalê li ber xwe didin hêz dane hemû jinên cîhanê. Yildirim her wiha ji bo ber têkoşîna wî ya ji bo azadiya jinan jî spasiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Piştî axaftina Yildirim şanoya ji aliyê xwendekarên jin ên Zanîngeha Selçuk ve hatibû amadekirin, hate nîşandan.
ENQERE
Li Enqereyê bi pêşengiya Platforma Jinan a Enqereyê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek hat lidarxistin. Hezaran jin li Duriyana Parka Kurtuluşê hatin cem hev û ji rêya Zîya Gokalpê ber bi Şaredariya Çankayayê ve meşiyan.
Di meşê de pankarta "Em di şînê de nînîn em di têkoşînê de ne" hat vekirin û wêneyên pêşengên jin ên têkoşîna azadiya Kurdistanê û jinan Leyla Şaylemez, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Qasim, û Ozgecan Aslan a ku bi awayeke hovane li Mêrsînê hat qetlikirin û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan hat bilindkirin. Di meşê de dirûşimên weke "Bijî berxwedana YPJ'ê", "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" hatin gotin û meş li ber Şaredariya Çankayayê bi dawî bû.
Piştî meşê jinan daxuyanî dan. Li ser navê jinan endama KAOS GL'ê Asli Demîr daxuyanî xwend. Demîr diyar kir ku ew di 8'ê Adarê, roja jinan de ji bo pişgiriyê bidin hev li qadanan e. Aslan bang li hikûmeta AKP'ê kir û wiha got: "Êdî bê deng bin! jin diaxivin. Ji şer re na, welatekî azad, aşîtî û adil dixwazin. Em vana ji we naxwazin em ê ji we bistînin."
Piştî daxuyaniyê jinan bi avayekî girseyî govend gerandin û bi dirûşmeyan belav bûn.
KARABUK
Xwendekarên jinên Welatparêz ên Zanîngeha Karabukê li Qada Safranbolu Atamerkezê 8’ê Adarê pîroz kirin. Di çalakiyê de jinan bal kişand ser berxwedana destanî ya jinên YPJ’yî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û pankarta “Jinên herî xweşik ên cîhanê zilamên herî kirêt ên cîhanê bin xistin” vekirin. Jinên xwendekar di çalakiyê de not û têbiniyên têkildarê 8’ê Adarê li jinan belav kirin.
Piştre li ber stranan govend hate gerandin.
ESKÎŞEHÎR
Li Eskîşehîrê jin li ber Es Parkê li hev kom bûn û heta Hamam Onuyê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî Berxwedana YPJ” û “Jin Jiyan Azadî” hating otin. Jinên welatparêz di meşê de bi cil û bergên xwe yên rengî ve li erbaneyan xistin û dest bi meşê kirin. Di meşê de wêneyên jinên Kurd ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin hildan. Çalakî bi dirûşm û gerandina govendê bi dawî bû.
KIRŞEHÎR
Li bajarê Kirşehîrê jî, saetên danê sibê, li Qada Cacabeyê ji aliyê jinên endamên Egîtîm Senê ve daxuyaniyek çapemeniyê hate lidarxistin. Hate ragihandin ku wê çalakiya sereke ya 8’ê A