Li Amedê Arjen Arî hat bibîranîn

Li Amedê Arjen Arî hat bibîranîn

Nivîskar û helbestvanê Kurd Arjen Arî ji aliyê nivîskarên Kurd ve bi merasîmekê hat bîranîn.

Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo bîranîna yekemîn salvegera Nivîskar û helbestvan Arjen Arî li Navenda Çand û Hunerê ya Cêgerxwîn merasîma bîranînê lidarxist. Di merasima bîranînê de xwişka Arjên Arî Necla Akay axavtin kir û balkişand ser xebatên birayê xwe Arjen Arî.

Di merasîma bîranînê de Nivîskar û helbestvanên Kurd Mehmet Yilmaz , Îsmail Dîndar û Berken Bereh jî axavtin kirin. Piştî axavtinên hatin kirin sînevîzyona ku li ser jiyana Arî hatibû amadekirin hat temaşe kirin.