Kurdistan Azad: Ez dixwazim bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînim!
Kurdistan Azad: Ez dixwazim bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînim!
Kurdistan Azad: Ez dixwazim bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînim!
Kurdên Êzidî yên ji ber êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê ji Şengalê koçî Êlihê kirine û li wargehan bicih bûne dixwazin, bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin. Kurdistan Azad a 11 salî, ku li wargeha li gundê Qorix ê Qûbînê dimîne dixwaze dibistana bi zimanê Kurdî bê vekirin û destnîşan dike ku ew ê perwerdeya bi zimanekî cuda ya li Kurdistanê qebûl neke.
Pirsgirêkên jiyana rojane û bicihbûnê yên Kurdên Êzidî yên ji zilma çeteyên DAIŞ'ê reviyane û ji Şengalê hatine Êlihê, çareser dibin. Lê belê zarokên dema wan a perwerdeyê hatiye, bi pirsgirêka nedîtina perwerdeyê bi zimanê xwe yê dayikê re rû bi rû ne. Yek ji van jî Kurdistan Azad a 11 salî ye. Kurdistan li Şengal a ku 6 salan lê dijiya, li Medresa Xiranê ya li gundê Xinerê yê Şengalê bi Kurdî perwerde didît. Lê belê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de li gel malbata xwe neçar ma bê Êlihê. Kurdistan dixwaze li Êlihê jî perwerdeya wan a bi Kurdî dewam bike.
Kurdistan Azad dibêje xwişka wê Loran diçe pola sêyemîn, birayê wê Necbîr jî diçe pola duyemîn. Kurdistan diyar dike ku tevî li Şengalê bi giranî perwerde bi zimanê Erebî tê dayîn jî ew bi xwişk û birayên xwe re çûne dibistana bi zimanê Kurdî perwerde dida û dixwazin li gundê Qorix ê navçeya Qûbînê ku lê bicih bûne, dibistana bi zimanê Kurdî bê vekirin. Kurdistan got, "Navê min Kurdistan e, li gorî min ne rast e ku ez bi zimanê Erebî yan jî bi zimanê Tirkî bêm perwerdekirin. Li gundê em lê dijiyan dibistanên bi zimanê Erebî perwerde didan jî hebûn, lê belê bavê min em li dibistana bi Kurdî perwerde dihat dayîn, qeyd kir. Ev şeş sal in min agahiyên li ser dîroka Kurdistanê, erdnîgarî û beşên din ên dersan, bi zimanê xwe yê dayikê stend. Niha her kes difikire ku wê li ku bimîne, çawa bijî. Lê ez ê ji vê saetê û şûnde ti carî qebûl nekim ku bi zimanekî biyanî perwerdeyê bibînim. Ji bo me wargehek ji konan hatiye avakirin, gelo wê li vir ji bo me perwerdeya bi Kurdî bê dayîn? Ez bi tenê vê meraq dikim."
Bavê Kurdistanê Azad Berakat jî da xuyakirin ku ji ber wan nekarîbû xwe li perwerdeya bi zimanekî din a ji bo zarokên wan rabigire, zarokên xwe şandiye dibistana Kurdî ya bi derfetên xwe li gund vekirine. Berakat got, "Keça min Kurdistan niha diçe pola şeşemîn, ya navîn Loran diçe pola sêyemîn, kurê min Necbîr diçe pola duyemîn. Me li gundê Xinarê yê Şengalê bi derfetên xwe dibistana bi zimanê Kurdî vekirin û me ji hikûmeta Iraqê ti piştgirî nedît. Mamoste hemû jî bêyî pere bixwaze, perwerde dan. Ji bilî vê yekê, Kurdên Êzidî îbadeta xwe bi zimanê xwe dikin. Çima em bi zimanê xwe perwerdeyê nebînin? Ez qebûl nakim ku zarokên min ji bilî Kurdî perwerdeya bi zimanekî din bibîne. Eger em ê li Kurdistanê bijîn, hingî divê em bi zimanê xwe Kurdî bijîn."
Tê gotin ku li wargeha li Êlihê 4 hezar kes hatine bicihkirin û ji van hezar kes zarokên di temenê dibistanê de ne.