KURDÎ-DER li Silopiyayê sertîfîka da 80 kursiyeran
KURDÎ-DER li Silopiyayê sertîfîka da 80 kursiyeran
KURDÎ-DER li Silopiyayê sertîfîka da 80 kursiyeran
Şaxa KURDÎ-DER a Silopiyayê, sertîfîka da 80 şagirtên ku perwerdeya zimanê kurdî bi serketî qedandin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê kursa zimanê ya Kurdî ya ji aliyê KURDÎ-DER ve hatibû vekirin qediya û 80 şagirtan bi merasîmekê sertîkayên xwe wergirtin.
Di merasîma ku li Salona Civînê ya Navenda Çand û Huner a Laleş pêk hat de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Silopî Azîz Acet, Wekîlê Şaredarê Silopiyayê Serhat Şeveşoglu, rêveberên BDP'ê yên navçeyê, nûnerên saziyên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, gelek xwendekar û welatî beşdarî merasîmê bûn. Li salona ku merasîm lê hat lidarxistin ligel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên 3 siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin daliqandin. Her wiha pankartên "Vîna me zimane me ye tu hêz nikare vîna me dîl bigire", "Em dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê" û "Ji bo zarokan ne girtigeh! Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê dibistan!" hatin daliqandin.
Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir de Serokê Şaxa KURDÎ-DER a Silopiyayê Aydin Denîz diyar kir ku pêwîst e zimanê kurdî li her cihê jiyanê bê bikaranîn û wiha axivî, "heta ku kurd hebin wê têkoşîna wan a ji bo ziman bidome."
Paşê Koroya zarokan a Navenda Çand û Huner a stran gotin. Piştî belavkirina sertîkayan helbest û stran hatin gotin û lîstikên şanoyê hatin pêşkêşkirin.