Kurd 15’ê Sibatê lanet dikin, ji Ocalan re azadiyê dixwazin
Salvegera 15'ê Sibata 1999'an Roja Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran û navenda bi meş û daxuyaniyan hat şermezarkirin.
Salvegera 15'ê Sibata 1999'an Roja Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran û navenda bi meş û daxuyaniyan hat şermezarkirin.
Salvegera 15'ê Sibata 1999'an Roja Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran û navenda bi meş û daxuyaniyan hat şermezarkirin û hate xwestin ku Ocalan serbest bê berdan. Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê jî bertek nîşanî biryara Waliyê Îzmîrê ya qedexekirina mitîngê da.
ÎZMÎR
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê têkildarî qedexeya Waliyê Îzmîrê ya derbarê mitînga li dar bixin dayî civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP'ê yên Îzmîrê Elmas Çinar û Hacay Yilmaz û Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Cavît Ugur tevlî civînê bûn. Hevserokê HDP'ê Cavît Ugur diyar kir ku biryara Walîtiya Îzmîrê li dijî pêvajoya çareseriyê ye û biryara walîtiyê nayê qebûlkirin. Ugur da zanîn ku şîdeta dewletê ya li hemberî kedkaran li dijî pêvajoyê ye û wiha got: "Walîtiyê bi hinceta ewlehiya cemaweriyê mitîng qedexe kir. Ev mitîng nayê qebûlkirin. Em dixwazin sibê hemû gelê me li ber Pastexaneya Sevînc a li Alsancak seat di 13.00'an de bên cem hev."
Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Îzmîrê têkildarî komploya navneteweyî li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Behîhe Yalçin axivî û diyar kir ku 15'ê Sibatê ji bo Kurdan rojekî reş e û gelê Kurd bi têkoşîna xwe ev roj ronî kirin û komplo vala derxistin. Yalçin da zanîn ku êdî ew girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakirin û xwest ku Ocalan serbest bê berdan. Yalçin bilêv kir ku rola hemû dewletên cihanê di komploya Ocalan radestî Tirkiyeyê hatî kirin de heye û wiha got: "Gelê Kurd bi têkoşîn û sekna xwe ya bi biryar komplo vala derxist. Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan têkoşîna xwe bidomînin."
AMED
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi armanca şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibatê de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî ji ber avahiya saziyê heta Parqa Koşuyoluyê meşiyan. Dayikan bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê kincên reş li xwe kirin û pankarta "Em ê roja reş bi azadiya Rêberîtî ronî, bi Kurdistana xweser komployê vala derxin" hate vekirin û dirûşmeyên "Bijî Ocalan" , "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî meşê dayîkan li Parqa Koşuyoluyê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran diyar kir ku wekî dayikên aştiyê salvegera komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibatê de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî şermezar dikin.
Kiran destnîşan kir ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û wiha axivî: "Em azadiya Serokê xwe dixwazin. Dibêjin muzakere dest pê kiriye. Mixabin baweriya me êdî dewletê nayê. Eger mûzakere dest pê kiribe, balefir her roj li wî bajarî radibin û ber bi çiyayên Kurdîstanê ve diçin. Xwendakarên me li ber deriyê dibistanan hêjî tên girtin û binçavkirin. Em van bûyeran şermezar dikin."
Daxuyanî bi tilîlî û dîrûşmên bi dawî bû.
Li navçeya Farqînê ya Amedê jî dê sibê dê li 4 taxan di bin pêşengiya HDP û DBP'ê meşên meşaleyî bên lidarxistin.
YENÎŞEHÎR
Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê Rexistinên DBP/HDP'ê ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê li ber AZC Plazayê belavok belav kirin. Hevserokên Rêxistina DBP'ê yê Amedê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Hevşaredarê Yenîşehîr Selim Kurbanoglu û Rexistinên DBP/HDP'ê tevlî xebatê bûn. Di çarçoveya xebatan de li semta Ofîsê belavok hatin belavkirin. Di belavokê de " Em lanetê Roja Reş a gelê Kurd dibarînin. Ji bo şermezarkirina bêbextiya navneteweyî 15'ê Sibatê em tevahiya gelê xwe vedixwînin çalakiyê." Meş dê sibê seat di 12.00'an de li ber avahiya a bajar DBP'ê dest pê bike.
RIHA
Li Pirsûsê jî ji bo şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibatê de li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî meşeke girseyî pêk hat. Bi hezaran kes serê sibê di navbera konbajarê Suphî Nejat Agirnasli, Rojava û Kobanê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Di meşê de ligel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ, KCK û HPG hatin vekirin. Parlementerên HDP Îbrahîm Ayhan û Kemal Aktaş, hevserokên DBP û HDP, hevşaredarên Pirsûsê û endamê meclîsên, MEYA-DER, Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, bi deh hezaran hemwelatiyên navçeyên Pirsûsê û koçberên Kabanê beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên “Bijî serok Apo” , “Bê serok jiyan nabe” , "Bijî bexwedana Kobanê" û "Bijî bexwedana YPG/YPJê" hatin berzkirin û pankarta “Em komploya navnetewî ya 15 Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin” hat vekirin, posterên şehîdên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan Arîn Mirkan, Suphî Nejat Agirnasli û Kader Ortakaya jî ne hatin hilgirtin. Jin û ciwanên Kobanê û Pirsûsî bi cilên gelêrî beşdarî meşê bûn, û esnafan jî kargehên xwe girtin beşdarî meşê bûn û bi erbana ber bi sûkê meşiyan.
Meş li ber Şaredariya Pirsûsê bi dawî bû. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat û Hevserokê DBP'ê yê Pirsûsê Mehmet Koştî axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serokê gelê Kurd e wiha axivî: "Ev 16 sale birêz Serok Abdullah Ocalan di nav çar dîwara de ye û yek alî ji bo aştiyê pêvajo bi serê xwe tenê didomîn e. Di serî de rêberê Gelê Kurd û rêberê hemû gelên bindest e. Ji bo aştî û aramî were Rojhilata Navî divê demildest Rêberê Gelê Abdûllah Ocalan bê azad kirin. Tû kes êdî nikarê Kurdan înkar bikin. Heta dilopa xwîna meyî dawiyê bimîne em dejve rêberê xwe bernadin û ji bo azadiya çi pêwîst be em ê bikin."
Piştî axaftinê girse bi dirûşman û bi tilîliyan belav bû.
Li navçeya Sêwerekê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Girse ji Parqa Lezgo heya Qada Kanlikuyu meşiyan. Di meşê de panketa û dirûşme hatin berzkirin. Piştî meşê Rêveberê DBP'ê Îbrahîm Halîl Bektaş daxuyanî xwend û diyar kir ku ew dest ji têkoşîna aştiyê bernadin û wiha got: "Divê ev aştî bi rûmet û wekheve."
Li navçeya Wêranşarê jî bi heman armancê çalakî pêk hatin. Welatiyên li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev ber bi Parqa Maliyeyê meşiyan. Di meşê de têkildarî mijarê de dirûşme berz kirin. Koma hati Parqa Maliye belav bûn.
Li navçeya Bêrecûkê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin. Sedan welatiyên li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev heya Qada Ataturkê meşiyan. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û hate xwestin ku demildest Ocalan serbest bê berdan.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê endamên YDG-H’ê ji bo şermezarkirina 16’êmîn salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat li navenda sûkê çalakî li dar xistin. Ciwanan bi molotof û bombeyên deng avêtin maşîneya zirxî ku her tim li navenda sûkê disekine. Piştî demekê bi dehan maşîneyên zirxî û TOMA hatin sûkê dorpêç kirin û polîsan bi bombeyên gazê êrîşê ciwanan kir. Polîsên ku ji maşîneyên zirxî peya bûn jî bi çekan dan pey ciwanan. Ciwanan ji aliyê din jî bombeyên gazê û molotofan avêtin dershaneya FEM’ê. Di dershaneyê de zirara maddî pêk hat û agir derket. Endamên çapemeniyê ku dixwestin dîmenên dershaneyê bikişînin jî asteng kirin.
Sekna polîsan a li sûkê berdewam dike. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di kuçeyan de 3 kesên navên wan nehat zanîn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li Colemêrgê bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi armanca şermezarkirina salvegera 15'ê Sibatê ya komploya naveneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi meşeke heybet hat lidarxistin. Bi hezaran kes serê sibê li ber avahiya DBP’a Colemêrgê kom bû û dest bi meşê kirin. Di meşê de ligel hevserokên DBP û HDP’ê, hevşaredarê Colemêrgê, endamên meclîsa taxan, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û hemwelatiyên gundan tevlî meşê bûn. Di meşê de posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YDG-H, KCK, PKK û HPG’ê hatin vekirin. Dîsa di meşê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyana nabe” û “Bijî berxwedana Kobanê” hatin berzkirin û pankartên ku li ser “Komplogerên navneteweyî dê di agirê ciwanan de bişewitin”, “Ji Ocalan re azadî, komkujî bi dawî bibe” û “Jiyana bê Ocalan em ê di ser we de hilweşînin” dinivîsin hatin vekirin. Welatiyên tevlî meşê bûn bi cilên reş li xwe kirin. Esnafan jî darabayên dikanên xwe anîn xwarê û tevlî meşê bûn. Dema meşê de pîr û kalên li malan di ser eywanên xwe de bi çepikan piştgirî dan çalakiyê. Li ser riya çalakiyê de polîsan jî bi gelek wesayîtên zirxî sekinîn û li ser asîmanan ji tevgera leşkerî hebû.
Dema girse gihişt li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê hejmara girseyê gihişt nêzîkê 10 hezaran û girseyê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz girt. Ji Meclisa Rêxistina HDP’ê Nîzamêttîn Ozturk axaftinek kurt kir û komplo şermezar kir. Hevseroka navenda Bajêr ya DBP’ê Cevahîr Keskîn daxuyanî xwend û diyar kir ku komploya ku di kesayetiya Ocalan de hat kirin di bingeha xwe de komploya li hember gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Keskîn destnîşan kir ku Ocalan ev 16 sal in di bin şert û mercên dijî mirovahiyê de di tecrîdê de bi îşkenceyên derûnî û fîzîkî maye û wiha got: “Sedema van jî ew e ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan zêdetir di geşedanên Rojhilata Navîn de rol girt ser milên xwe û ji bo gelê Kurd û bindest firseta azadiya statuyê afirand.”
Keskîn da zanîn ku Ocalan ligel tecrîdê di daxwaza aştiyê de bi israr e û wiha axivî: “Bi pêşnûmeya ku amade kir vîna çareseriyê danî holê. Komplogerên navneteweyî di Rojhilata Navîn de dixwazin pergalek nû ava bikin ligel vê gel jî pergalek ku xwe dispêre azadî û demokrasiyê dixwaze.”
Keskîn gotinên Ocalan ên li ser komployê jî anî ziman û wiha berdewam kir: “Ne komploya 15’ê Sibatê, hemû cureyên komployê nikare têkoşîna azadiya gelê Kurd bide rawestandin. Divê demildest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihije azadiya xwe.”
Keskîn di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku Ocalan dê qada azadiyê ya Amedê di salvegera komployê de bang li milyonan bike û niha dem dema azadiya Ocalan e.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi hezaran welatî li ber Otela Oslo hatin cem hev û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Meclîsên tax bi meşan hatin û komunên gundan jî di ketina navçeyê de hatin cem hev û hatin navenda navçeyê. Girseya li ber avahiyên DBP-HDP'ê hatin cem hev û li Kolana Cengîz Topal meşiyan û piştî meşê daxuyanî dan çapemeniyê. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dsan, alên KCK, PKK, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin. Di meşê de dowîz û pankart hatin hilgirtin. Hevseroka DBP'ê ya Geverê Oznur Canan piştî meşê daxuyanî xwend û wiha got: "Komplo li hemberî hemû nirxên mirovahiyê pêk hat. Xwestin pêşeroja Rêberê Apo û gelê Kurd tarî bikin. Lê komplo çiqas kûr be berxwedana gelê me jî ewqas bêhempa bû."
ÇELÊ
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî li ber avahiya DBP'ê ya Çelê bi heman armancê daxuyanî hat dayîn. Hevşaredarên navçeyê Servet Tunç û Hîlal Duman, rêveberên DBP û HDP'ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Îmadettîn Derîn diyar kir ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin Tirkiyeyê ber bi kaosekê ve bibin.
ENQERE
HDP'ê jî bi heman armancê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 16 sal bi ser komploya naventeweyî re derbas bûn û Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heya niha li Îmraliyê di nava şertên li dijî hiqûqê û peyamanên navneteweyî de tê girtin.
MÛŞ
Li Mûşê jî Platforma Demokrasî û Kedê li Qada Şaredariyê hatin cem hev û heya Kolana Cumhuriyetê meşiyan. Di meşê de pankratên “Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin û “Azadiya serokati azadiya me ye” hatin vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmeya "Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Piştî meşê Hevserokê DBP'ê yê bajar Nursel Yîgît axivî û diyar kir ku di dîrokê de tu komployên weke Komploya 15'ê Sibatê tuneye.
Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeya “Be serok jiyan na be” belavbûn.
WAN
Li navçeya Seray a Wanê jî bi heman armancê bi sedan welatî li ber avahiyên DBP û HDP'ê hatin cem hev û pankarta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser a "Yên dixwazin roja me tarî bikin em dê cîhanê di serê wan de hilweşînin" vekirin. Endamê Meclîsa Ciwanan ê BDP'ê Seher Erçîçek daxuyanî xwend û komplo şermezar kir. Piştî daxuyaniyê girse ber bi Kolana 3 Nîsanê ve dest bi meşê kir lê polîsan meş asteng kir û li ser vê yêkê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Li navçeya Elbakê ya Wanê jî bi heman armancê sedan welatî li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev û bi dirûşmeyan heya navenda sûkê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Esnafên navçeyê jî dikanên xwe girtin û tevlî meşê bûn. Piştî meşê Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya navçeyê Gulîstan Orhan daxuyanî xwend û wiha got: "Hêzên komploger xwestin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de têkoşîna gelê Kurd tasfiye bikin."
MÊRDÎN
Li Mêrdînê jî Şaredariyê Dêrîkê bi armanca şermezarkirina komployê di avahiya şaredariyê de pateyê reş daliqand. Li navçeyê dê sibê meş bê lidarxistin.
SÊRT
Li taxên Conkbayir, Bariş û Ulusê yên Sêrtê bi munasebeta şermezarkirina salvegera komploya navneteweyê ya 15’ê Sibatê sînevîzyon hatin pêşandan. Li taxa Çonkbayirê piştî rêz girtinê Hevserokê HDP’ê yê Sêrtê Abdullah Çetîn axivî û diyar kir ku ew anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar dikin û dê ji hemû yên di vê komployê de berpirsyariya wan hene hesab bipirsin. Piştî axaftinan aktîvîstên Akademiya Siyasetê ya Demokratîk û beşdaran têkîldarî 15’ê Sibata 1999’an û pêşketinên piştre nêrînên xwe anîn ziman û nîqaş hatin kirin.
HAWÊL
Li navçeya Xana Hawêl bi munasebeta 16’emîn salvegera 15’ê Sibatê gelek welatiyên ku di nav de Hevserokê HDP’ê yê Hawelê Huseyîn Tayfur, Hevşaredarên Hawêlê Alî Aydin û Selva Erdogan jî hebûn li ber avahiya HDP’ê hatin ba hev û daxuyanî dan. Li avahiya HDP’ê paçê reş hate daliqandin û kesên beşdarî çalakiyê bûn cilên reş li xwe kirin û pankarta “Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermera dikin” hate vekirin.
Endamê HDP’ê Cahît Erdogan li ser navê girseyê daxuyanî da û anî ziman ku dîroka 15’ê Sibata 1999’an ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên cihanê yek ji rojên herî tarî yê cihanê ye.
COMANÎ
Welatiyên ku li ber avahiya DBP’ê ya bajaroka Comaniyê kom bûn daxuyanî dan. Serokê DBP’ê yê Comaniyê Arap Alver û Şeraderê Comaniyê Muammer Canbulut jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Em bi şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi rêberê azad ve ber bi nasnameya azad ve dimeşin” hate vekirin û welatiyên beşdarî çalakiyê bûn cilên reş li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
WEYSEL QARANÎ
Li bajaroka Weysil qeranî j îli navenda sûkê daxuyanî hate dayîn û Serokê DBP’ê yê Bajarokê Haluk Cengîz û Hevşaredarê Weysil qeraniyê Enes Cengîz jî di nav de gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de welatiyan biç epik û dirûşman komploya navneteweyî şermezar kirin. Girse piştre li navenda sûkê meş li dar xistin û piştre çalakiya xwe dirûşman bi dawî kirin.
HATAY
Li navçeya Dortyolê ya Hatayê bi munasebete şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ji aliyê HDP’a Dortyolê ve daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku li ber avahiya HDP’ê hate dayîn da pankarta “Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin” hate vekirin. Piştre li ser navê girseyê Hevserokê HDP’ê yê Dortyolê Halîl Baybarîs daxuyanî da û anî ziman ku di 16’emîn salvegera komployê de, komplo kurtir bûye û hatiye pûç kirin.
Li aliyê din girseya kul i cihê daxuyaniyê veqetiya rastî komeke nijadperestên ji Ulku Ocaklari derketin hat. Welatiyê bi navê Orhan Turan (20) birîndar bû. Turan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê. Têkîldarî êrîşê kesek hate binçavkirin.
DEP
Li navçeya Depê ya Elezizê bi tevlibûna sedan kesan komplo hate şermezarkirin. Welatiyên li ber avahiya HDP’ê kom bûn pankarta “Em di sala 16’emîn de komploya navneteweyî şermezar dikin” vekirin û heka sûkê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Piştî meşê Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Zeynel Akbaba axivî û got ku bi komployê hate xwestin ku pêşiya statuya gelê kurd bê girtin.
Piştî dayaniyê welatî li Salona Konferansê ya Şaredariya Dep’ê tevli panel ali ser 15’ê Sibatê hate lidarxistin bûn.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî ji bo meşa di salvegera komployê de wê bê lidarxistin belavok hatin belavkirin. Hevserokên DBP û HDP’ê yi Qada Ozgurluk û taxan belavok belav kirin û gelek kes jî belavok belav kirin. Di daxuyaniya ji aliyê rêxistinên HDP û DBP’ê ve hate kirin de jî hate xwestin ku hemû kes beşdarî meşa sibehê saet di 13.00’an de bê lidarxistin bibin.
ARTUKLU
Li navçeya Artukliyê ya Mêrdînê jî endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo şermezarkirina komployê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ye rojekî kirin. Grev li avahiya DSP’ê hate destpêkirin. Li vir Celîle Ozen anî ziman ku kesekî ku bi milyonan kes dibêjin îradeya min e di girtîgehê de girtin nayê qebûlkirin.
Li aliyê din Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî bo şermezarkirina komployê paçeke reş li avahiya şaredariyê daliqand.
LICÊ
Li navçeya Licê ya Amedê jî ji bo şermezarkirina komployê meşek hate lidarxistin. Hevşaredarên Licê jî beşdarî meşa li cadeya Karahasan dest pê kir bûn. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” “PKK gel e gel li vir e” “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Piştî meşê Hevserokê DBP’ê Murat Atagun axivî û diyar kir ku dema mijar bibin kurd hemû cihan dibin yek. Atagun destnîşan kir ku Ocalan komplo pûç kiriye û nehiştiye bigihîje armanca xwe.
BEDLIS
Meclîsa Ciwanan DBP’ê ya Bedlîsê jî meşekî bi meşaleyî hate lidarxistin. Bi sedan welatiyên li ber avahiya DBP’ê kom bûn ber bi sukê bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. Ciwanên li sukê tur avêtin piştre vegeriyan ber avahiya partiyê û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin u piştre belav bûn.
RIHA
Li Eyyubiyeyê bi pêşengiya HDP û DBP’ê meşa meşaleyî hate lidarxistin. Bi sedan kesên di nav de rêveberên DBP û HDP’ê jî hebûn pankartên “Em ê jiyaneke bêyî Rêber Apo nejîn û nedin jiyîn” “Me bi ciwanê dest pê kir em ê bi ciwanî bi dawî bikin” vekirin û meşiyan. Welatiyên hatin ber avahiya DBP’ê li vir sirûda “Çerxa şoreşê” xwedin. Hevseroka HDP’ê ya Eyyubiyeyê Leyla Coşkun li vir axivî û anî ziman ku komplo hatiye pûçkirin û paradîgmaya Ocalan pêşeroja gelên Rojhilata Navîn ronî dike.
ŞIRNEX
Li Şirnexê Rêxistinên DBP û HDP’ê li Salona Civînê ya Şaredariya Şirnexê sînevîzyon peşandan. Li sanolên alên KCK, PKK û YPG’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û HPG’î û YPG’iyan hatin daliqandin. Hevserokê DBP’ê yê Şirnexê Salîh Gulenç û Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan j îli vin axivîn û piştre sînevîzyon hate pêşandan.
MÊRSÎN
Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bi sedan kesên hatin ba hev bi meşaleyan ve heta avahiya HDP’ê ya Akdenîzê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” “Bê Serok jiyan nabe” “PKK gel e gel li vir e” “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê hevserokê HDP’ê yê Akdenîzê Sadun dogan axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 16 sal in li ber xwe dide û Ocalan li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê modeleke demokrasiyê ya nû înşa kiriye.
QILABAN
Li navçeya Qilabanê ya Şirnexê gelek ciwan ji bo şermezar kirina salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî çalakî li dar xistin. Gelek ciwan li taxa Repin agir pê xistin. Ji ber agir pê xistinê trafîq hat girtin û polîsan ji bi wesayiten zirxî hat cihê bûyerê bi bombayên gazê mudaxalê yê ciwanan kir. Li ser êrîşa polîsan ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan.
Çalakiya ciwanan berdewam dike.