Koordînasyona Civaka Êzidiyan a li Ewrûpa: Çarşema Sor pîroz be

Koordînasyona Civaka Êzidiyan a li Ewrûpayê Cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî pîroz kir û got ku “Ev cejn ji demên qedîm û vir ve didome.”

Koordînasyona Civaka Êzidiyan a li Ewrûpayê Cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî pîroz kir.

Di peyama pîrozbahiyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em saziyên Civaka Êzidiyan a li Ewrûpayê, Cejna “Çarşema Serê Nîsanê li civaka Êzidiyan, li gelê Kurd û Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.

Cejna Çarşema Sor, bi navên “Cejna Sersalê“, “Cejna Tawis-î Melek“, “Bûka Salê“ û “Roja Afirandina Cîhanê“ jî tê naskirin. Ev cejn, cejna civaka Êzidî ya herî mezin û watedar e û ji dîroka qedîm ve weke sersala Kurdî tê pîrozkirin.

Cejna Çarşema Sor, bi navê din “Çarşema Serê Nîsanê“ li gorî bîr û baweriyên civaka me, roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Sor roja destpêka aştî û aramiyê ye. Xweza reng diguhere di wê rojê de.

Li gorî mîtolojî û baweriya Êzîdiyan, berê cîhan hemû av bû. Bi diharbûna milyaketên Xwedê re cihan tê meyandin. Wê rojê Tawis-î Melek ji ezmana dihar û nazilî erdê bûye. Lewma jî li gelek deveran wekî cejna Tawis-î Melek tê pîroz kirin. Şêx Adî di gotareke xwe de wuha dibêje:

“Çarşem rojeke fadil e.

Tawis-î Melek afirandiye ji eşk û dil e.

Bar tê nebê kesê ku î xafil e.

Deng yek e û hezar reng e.“

Di vê cejnê de, Basimbar (ji benê bi rengê kesk û sor û zer) tê çêkirin. Wateya Basimbarê xêr, bereket, pêṣîlêgirtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan û her tiṣtekî pîroz û navdar ve tê girêdan. Meha nîsanê, hem destpêka şînbûna xwezayê ye û hem jî bûka salê ye.

Di vê cejnê de, baqên kûlîlkên rengîn xemla Nîsanê bi her ciyekî pêwist û girîng ve têne daliqandin. Di meha Nîsanê de Êzidî bûkan dernaxin, ji ber ku meha Nîsanê bi xwe wekî bûka salê tê zanîn. Cejna Çarşema Sor di heman demê de xemla çanda Kurdî û baweriya me ye.

Lê mixabin bi sedê sala ye ji ber zordestî û desthilatdariya biyanî û di hindiruyê civakê de vîna perçebûyî, nehiştiye Çarşema Sor li gorî pîroziya xwe were pêşwazîkirin.

Êzdiyên dilsoz; girîng e ev çanda qedîm ji aliyê civaka me ve were parastin. Pêwîst e em weke civak û saziyên wê di vê têgihiştin û zanistiyê de bin, çanda me û baweriya me di bin xeteriyeke mezin de ye û em di pêvajoya hebûn û tunebûnê re derbas dibin.

Eger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê me naparêze, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake. Em neçar in tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurtir bikin û çarenûsa xwe bi destê xwe binivsînin.

Ji bo avakirina Êzdîxan û azadiya civaka me derfetên heyî ne hindik in û di dîroka civaka me de kêm hatine bidestxistin. Pêwist e em van rojên zêrîn baş binirxînin û ji bo serkeftinê hemû hêza xwe seferber bikin.

Dîsa li welatê me bi destê dijminê hov şerekî qirêj berdewam dike. Girîng e em civaka Êzîdiyan û saziyên wê li ku derê dibe bila bibe li dijî zordestiyê û koletiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin û bi hemû hêza xwe tevlî berxwedana gelê xwe bibin.

Gelê me yê bi rûmet; mixabin ji ber rewşa awarte û xeteriya nexweşiya vîrûsa Korona, em îsal nikarin Cejna Çarşema Sor bi girseyî pîroz bikin. Lê divê li her deverê bi malbatî li gor wateya Cejna Çarşema Serê Nîsanê were pîrozkirin.

Dîsa, em ji gelê xwe daxwaz dikin ku bi berpirsiyarî nêzikî tenduristiya xwe û derdorê xwe bibin. Wekî din, ji bo vê rewşa awarte ji aliyê saziyên civaka me ve, li herêma komitên krîzê hatine avakirin û ji xizmeta gel re amade ne.

Her weha, em weke civaka êzdiyan û pêkhateyên wê, di van rojên girîng û pîroz de pêwist e û erkekî me yê exlakî, wijdanî û mirovî ye ku em li civaka xwe a li ser xaka pîroz û yê li kampan ku li welatê xwe bûne penaber, xwedî derkevin û bibin alîkar. Ji ber ku hemû hêviya civaka me a li Şengalê û Şehbayê, gelê me yê li derveyî welêt e.

Li ser vî esasî bi pêşengiya SMJÊ (Sîwana Meclisa Jinên Êzidi ) kampanyaya alîkariyê hatiye destpêkirin û bi tevlîbûna NAV-YEK, MŞD, YÊS, NÇÊ, HCÊ ù Koordînasyona Meclîsên Gundê Êzdiyên Bakurê Kurdistanê tê berdewamkirin.

Em hêvîdar in û bangawaziyê li tevahiya gelê xwe û dostên civaka me dikin, ku di asta herî jor de tevlî vê kampanyayê bibin. Bi van bîr û baweriyan em car din cejna Çarşema Sor li civaka Êzîdî, gelê Kurdistanê û li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin.”