Konseya Kurd a Fransa-CDK-F 2. kongreya xwe li dar xist
Konseya Kurd a Fransa-CDK-F 2. kongreya xwe li avahiya Partiya Komunîst bi tevlîbûna 162 delegeyan pêk anî.
Konseya Kurd a Fransa-CDK-F 2. kongreya xwe li avahiya Partiya Komunîst bi tevlîbûna 162 delegeyan pêk anî.
Konseya Kurd a Fransa-CDK-F 2. kongreya xwe li avahiya Partiya Komunîst bi tevlîbûna 162 delegeyan pêk anî. Kongre bi axaftinên kurt ên Hevserokên CDK-F saet 11.00’an destpê kir. Paşê ji bo tevayî şehîdan deqeyek rêzgirtin pêk hat. li dû rêzgirtinê dîwan hat hilbijartin.
Hevserokê FEDA Bemal Ozdemîr, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, rojnamevan nivîskar Fûat Kav, ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlya Nûcan Keklîk, ji Komîsyona Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan wek dîwan hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê mêvanên tevlî kongreyê bûn yek bi yek mafê axaftinê wergirtin û kongre silav kirin.
Piştî axaftinên dostên Kurdan Hevserokê CDK-F Rustem Ozay rapora salane pêşkeşî desteya giştî kir.
Di raporê de xebatên FEDA, Tevgera Îslamî, Tev-Çand, Meclîs, jin, karên derve û hwd. ku hatin nirxandin ji bo dewleta Fransa jî bangên saziyî hatin dubarekirin. Ji bo li Rojava û hemû parçeyên Kurdistanê Kurd bên destekkirin, bang hatin kirin. CDK-F ji bo komkujiya Parîsê bê ronîkirin careke din wezîfeyên dikevin ser milê Fransayê bibîr xist. Hat bibîrxistin ku pêwîst e Fransaya mexdûrê terorê ye li hember DAIŞ’ê li rex tevgerên li Rojhilata Navîn li ber xwe didin cih bigirin. Her wiha hat diyarkirin di mijara ku PKK ji lîsteya rêxistina terorê bê derxistin divê Fransa rola xwe bilîze.
Piştî rapor hat xwendin delegeyan hem têkildarî rewşa siyasî hem jî xebatên salekê axivîn.
Piştî nirxandina pirsgirêkên siyasî û rêxistinî pêşnûmebiryara ji 13 xalan ku hat pêşkêşkirin bi dengdanê hat qebûlkirin. Di pêşnûbiryara mijara gotinê de xebatên destpêkê, birêvebirina xebateke ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike armanc, ji bo PKK ji lîsteya rêxistina terorê bê derxistin pêşxistina xebateke aktîf û bi van her du xebatan ve girêdayî biryar hat girtin ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê xebateke aktîf bê meşandin. Piştî biryaran hilbijartin pêk hat.
Bi pêşniyara delegeyan Rustem Ozay û Sevgî Elmas, wek hevserok ji aliyê rêveberiya CDK-F ve hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina desteyên kontrol û dîsîplînê kongre bi dawî bû.