KONGRA GEL: Berpirsê komkujiyê Erdogan e

Hevserokatiya KONGRA GEL komkujiya Zergelê şermezar kir û got, “Berpirsê vê komkujiya ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê pêk anî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e.”

Hevserokatiya KONGRA GEL komkujiya Zergelê şermezar kir û got, “Berpirsê vê komkujiya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê pêk an Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e. Ango berpirs û bersûcê sereke diyar e. Erdogan ê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de rastî windahiyek mezin hat ji gelê Kurd tolê radike.”

Hevserokatiya KONGRA GEL a daxuyanek nivîskî weşand diyar kir ku berpirsê komkujiya Zergelê Erdogan e.

Di daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL de hat bibîrxistin ku balafirên şer ên Tirk di saetên sibê de gundê Zergelê yê li Qendîlê bombe kirine, 10 gundiyên sivîl ên Kurd jiyana xwe ji dest dane, ji 15’an zêdetir kes jî bi giranî birîndar bûne. Hevserokatiya KONGRA GEL sersaxî ji malbatên kesên ku di qetlîama dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane re xwest û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest. Hevserokatiya KONGRA GEL got, “Ev çendemîn komkujiye ku hikûmetên AKP’ê li hemberî gelê me yê Başûr pêk tîne. Bêguman wê hesabê vê komkujiyê bê pirsîn. Ev hefteyeke ku di encama bombebarana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê de mirovên me, xwezaya me û lawirên me qetil kirin.”

Hevserokatiya KONGRA GEL diyar kir ku di bombebarana îro ya di saetên sibê de rasterast sivîl hatine hedefgirtin û 10 Kurdan jiyana xwe ji dest daye û wiha dewam kir: “Berpirsê vê komkujiya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê pêk anî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan e. Ango berpirs û bersûcê sereke diyar e. Erdogan ê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de rastî windahiyek mezin hat bi vî awayî ji gelê Kurd tolê radike. Ji bo vê yekê jî li hemberî gelê me şerekî topyekûn daye destpêkirin. Cenazeyên şehîdên me bi rojane di bin germahiya 50 pile de li Deriyê Sînor ê Xabûr tên sekinandin. Bi hemû cure şîdetê, zêdekirina girtinan, bi şewat derxistina li gelek cihan, bi komkujiya xwezayê, meşandina şerekî topyekûn re Erdogan dixwaze hemberî erdnîgarî û gelê me tola xwe rake. 

Erdogan ê nikarîbû li Rojava şerê desthilatdariyê yê li ser DAIŞ’ê tê meşandin encam bigire, vê care jî li hemberî gelê me bi awayekî vekirî şer ragihandiye û dixwaze bi vî awayî saltanata xwe li ser piyan bigire. Lê dixape, wê rastî windahiyek pir mezin bê. Ti ders ji windakirinên hikûmetên beriya xwe dernexistiye. Hevkarê wî DAIŞ’ê çawa winda kiribe wê ew jî winda bike. Mixabin di nava van hevkaran de weke aliyê Kurd PDK jî cih digire. Di nava şert û mercên têne guhertin ê roja me ya îro de windakirina van misoger e.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku encama vî şerê topyekun ê Erdogan û hevkarên wî li hemberî gelê Kurd daye destpêkirin wê siberoja gelên Kurd û herêmê rasterast diyar bike û wiha hat gotin, “Ango ne tenê siberoja Gelê Kurd û PKK’ê di serî de siberoja gelên Tirkiyeyê  û herêmê û hêzên demokratîk jî bi encamên ku ev şer ava bike re girêdayî ye.

Em bang li gelên me yên li welat û li derveyî welat,  eniya demokrasî û aştiyê dikin:

Pêwîste gelê me li hemberî şerê ku Erdogan ji bo saltanata xwe li ser gelê me dide ferzkirin bê ku dereng bimîne rabe ser piyan. Em ê bi gelan, jinan, ciwanan, hemû kesên bindest û kesên ku wekî din  hatine dîtin re li hember faşîzma Erdogan bisekinin, yan jî em ê mehkûmê tarîtiya faşîzma Erdogan bin. Hemû şert û merc ji bo qezenckirina têkoşîna aştî û demokrasiyê ya gelên me ye. Li ser vê bingehê pêwîste têkoşîn li her qadê bê bilindkirin. Gelên Kurdistanê û têkoşîna azadiyê wê bi hemû hêza xwe pêşengiya vê bike. Serxistina vê pêvajoyê ji bo gelê me di wateyeke rastî de jî aştî, demokrasî û jiyana azad mayînde bike.”

Hevserokatiya KONGRA GEL destnîşan kir, helwesta Hikûmeta Başûr a li hemberî bombebarana gelên sivîl li ser erdnîgariya Başûrê Kurdistanê jî cihê şermê ye. Hevserokatiya KONGRA GEL wiha dewam kir: “Pêwîste gelê me yê Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û rewşenbîr bi awayekî herî bi bandor li hemberî vê helwesta cihê şermê rabin ser piyan. Ji ber ku ev rewş di serî de siberoja Gelê Başûr hemû gelê me bandor dike. Em li ser vê bingehê dawî li saltanata Erdogan ê li Rojava û hilbijartinên 7’ê Hezîranê de rastî windahiyên mezin hat têkoşînê bilind bikin. Serketin a kesên li ber xwe dide ye.”