KON-MED'ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir

KON-MED: Civaka Êzidî ewqas bi zor û bi rojên dijwar ra derbas bûye. Cejna Çarşema Sor di van salên dawî de ji ber şer û komkujiyên pêk hatin, mixabin bi wate û li gorî pêwîst xwe cejin ne hatiye pîrozkirin.

Konfederasyona Civaka Kurdistanê ya li Elmanya (KON-MED) di derbarê cejna Çarşema Sor de daxuyaniyek nivîskî da.

KON-MED ê ev wiha diyar kir: “Di kûrahiya dîrokê de ji gel û baweriyên cuda hinek cejnên pîroz hene. Ji vana yek jî cejna pîroz a Çarşama Sor a civaka Kurdên Êzîdî ye. Di coxrafaya Mezopotamyayê de, di meha Nîsanê de ji 13’ê mehê û pêde cejna ku di Çarşema yekem de tê pîrozkirin, ji roja ku cîhan hatî avakirin ne zindibûne cîhanê, di vê sala nû da Çarşema Sor ya bûyî rojeva cîhanê, cejna xwe li cihê kîn û nefretê wekî roja aşitî û biratiyê digre dest pîroz dikin. Di Çarşema Sor de tayên zirav yên bi rengên kesk, sor û zer dihonin. Li gorî baweriyê ev reng temsîla aşitî û jiyanê dikin. Bawer dikin ku wê tenduristî, aşitî û bereketê bi xwera bîne. Di Çarşema Sor de xwîn rijandin gunehe, ti caran can nayên standin.

Em KON-MED, ji bo ku civaka Kurdên Êzidî yên li yek civakên herî kevnar li Rojhilata Navînin azad bijîna, di rojên ku li rastî tu cihêkariyê neyên, bi hêviya hatina gelhev, di cejnên li pêş me de li Êzdîxanê, li herçar parçayên Kurdistanê, bi ruhê berxwedan û têkoşîna azadiya Şengalê bi bingehê pirozbahiya Çarşema Sor em pîroz dikîn.”