KON-MED: Divê her kes tevlî Kampanyaya Malbata bira bibe

KON-MED’ê ji ber koronavîrusê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Divê em tevlî kampanyaya malbatên bira ya ji bo gelê Kurd bibin.”

KON-MED’ê derbarê Kampanyaya Malbata Bira daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gelê Kurd li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û welatên din her demê bi qehremanî li ber xwe daye û teslîmîyet qebûl nekiriye. Gelê Kurd xwedî çanda hevgirtinê ye û di rojên teng de bi bîreke neteweyî alîkarî daye mirovan. Gelê Kurd di dema qetlîamên di sala 2016’an de yên li dijî Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Silopî û Sûra Amedê ji bo bicihanîna pêdiviyên lezgîn ê gelê me, li Ewropayê tevlî Kampanyaya Bira bûbû û piştgirî dabû bi hezaran malbatên ji Kurdistanê.

Em KON-Med bi awayekî çalak piştgiriyê didin kampanyaya piştgiriya maddî ya Heyva Sor a Kurdistanê. Ji bo ku ev kampanya bigihêje armanca xwe, em ê li hemû bajaran bibin pêşengên vê kampanyayê.

Ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û ji ber koronavîrusê gelê me hejar bûye. Bi taybetî ji bo gelê me yê li Mexmûr, Şehba, Şengal, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê divê hemû meclîs, federasyon, pêkhate û koordînasyona KON-MED’ê tevlî kampanyaya malbata bira bibe.

Em li hemû saziyên xwe yên li Elmanyayê vê kampanyayê didin destpêkirin. Divê hemû şexs û saziyên li Elmanyayê tevlî nav vê kampanyayê bibin û peywira xwe ya neteweyî û ya mirovî ya ji bo malbatên Kurdistanê bi cih bînin.”