'Komkujiyê nas bike, lêborînê bixwaze û tezmîn bike'

Bi minasebeta 100'emîn salvegera komkujiya Ermeniyan, li gelek cihan çalakî hatiye lidarxistin. Li Stenbolê Hewldana Ji Înkara 100 salê re Dawî, bername li dar xist. Hewldanê xwest ku Tirkiye komkujiyê nas bike, lêborîn bixwaze û tezmînatê bide.

Bi minasebeta 100'emîn salvegera komkujiya Ermeniyan, li gelek cihan çalakî hatiye lidarxistin. Li Stenbolê Hewldana Ji Înkara 100 salê re Dawî, bername li dar xist. Hewldanê xwest ku Tirkiye komkujiyê nas bike, lêborîn bixwaze û tezmînatê bide.

Hewldana Ji Înkara 100 salê re Dawî ku saziyên ÎHD, Komîsyona li dijî Cudakarî û Nîjadperestiyê, Nor Zartonk, Platforma Rûqaliyê jî di nav de, bi boneya komkujiya li dijî Ermeniyan şermezar bikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bîne çalakî pêk anîn. Çalakiya Stenbolê li Muzeya Berhemên Tirk û Îslamê ya Sultanahmetê ku wekî girtîgehê dihat bikaranîn û di 24'ê Nîsana 1915'an de gelek Ermeniyên ji Anatolyayê hatibûn sirgûnkirin li vir hatin qetilkirin, hat lidarxistin. Di bernameyê de Serokê Tevgera Rêxistina Bingehîn a li dijî Nîjadperestiya Ewropa û Ermeniyên Diasporayê (EGAM) Benjamin Abdan, Prz. Eren Keskin, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Levent Tuzel, namzetên HDP'ê rojnameger û nivîskar jî di nav de gelek kes amade bûn. Di bernameyê de bi zimanê Ermenî, Tirkî, Îngîlîzî pankarta "Di 100'emîn sedsalê de komkujiyê nas bikin! Lêborîn bixwazin! Tezmîn bikin!" vekirin. Wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin û qurnefilên sor danîn. Di çalakiyê de daxuyanî bi Ermenî, Îngilîzî û Tirkî hat xwendin.

Parêzer Eren Keskîn, anî ziman ku ji bo wan tişta mijara gotinê ev e ku 100 sal in komkujiya Ermeniyan tê înkarkirin û ev sûc e. Keskîn xwest êdî komkujî bê naskirin û Tirkiye lêborînê bixwaze piştre jî tazmînatê bide.

Piştî daxuyaniyê 2 hezar û 400 gundên ku di sala 1915'an de hatin tinekirin yek bi yek hatin xwendin. Piştre kom meşiya Îskeleya Kadikoyê û derbasî Haydarpaşayê bûn. Li vir Ermeniyên ku hatibûn qetilkirin bibîr anîn. Ji wir jî derbasî gora Sevag Balikçi ya Şîşliyê bûn.

Koordînasyona Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî li Kampusa Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê daxuyanî da. Li vir jî pankarta ku xwestin bi rastiya kuştina Hrant û Sevagê re rû bi rû bên û lêborînê bixwazin vekirin.

Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz (OHD) jî bi armanca 100'emîn salvegera komkujiya Ermenî û Suryaniyan daxuyani dan.

...