Di yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê de li Parîsê çalakiyek hat lidarxistin. Kurdistanî û nûnerên saziyên Fransî, endamên ACTÎT ên li Qada Trocadero hatin gel hev Komkujiya Şengalê şermezar kirin.
ANF
PARÎS
yekşem, 2 gelawêjê 2015, 17:59
Di yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê de li Parîsê çalakiyek hat lidarxistin. Kurdistanî, nûnerên saziyên Fransî, endamên ACTÎT ên li Qada Trocadero hatin gel hev Komkujiya Şengalê şermezar kirin
Di pêşengiya Federasyona Êzidiyan a Fransa, Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa Tevgera Jinên Kurd de bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê li Qada Trocadero sat 14.00’an çalakiyek hat lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd di heman demê de ji bo balê bikişîne ser rewşa jinên Êzidî standek vekirin.
Kurdistanî, nûnerên saziyên Fransî, endamên ACTÎT ên li Qada Trocadero hatin gel hev Komkujiya Şengalê şermezar kirin. Çalakî di şexsê şehîdên Şengalê de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê ji Federasyona Komeleyên Êzidiyan Hemin Chamon, ji pêşengên Êzidiyan Tomas Dosenî, CDK-F, ji Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç, ji Komeleya Jinên Xiristiyan Caralîne Nomrod, Şheş Seko û Pîr Kote axivîn.
Axaftvanan bal kişandin ser komkujiya li Şengalê rû daye û rewşa Êzîdiyan.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku axa gelekî 76 caran rastî komkujiyê hatiya li ser dijî, hê dagir kiriye û hovîtiya DAIŞ’ê hat protestokirin.
Di çalakiyê de bang li Saziyên Navneteweyî hat kirin ji bo li hemberî pêvajoya ku Êzîdiyan jiyane bêdeng nemînin, di çalakiyê de bi navê Tevgera Jinên Kurd Nûrsel Kiliç axivî û got ku azadiya jinên Kurdên hê di destê DAIŞ’ê dîl in azadiya tevahî mirovahiyê ye. Kiliç da zanîn ku Tevgera Jinên Kurd di der barê mijarê de kampanyayeke navneteweyî destpê kiriye, pêwîste hemû sazî piştgiriya vê kampanyayê bikin.
Bi navê CDK-F Xanê Ozbek axaftinek kurt kir û ev komkujiya li ser gelê Êzîdî lanet kir û bang li raya giştî ya Navneteweyî kir ku ji bo li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin.
Di çalakiyê de pankarta, “Ji Şengalê heya Kobanê ji qirkirina jinan re bes e” hat vekirin. Di çalakiya ku bi boneya yekemîn salvegera komkujiyê hat lidarxistin de Tevgera Jinên Kurd maseyeke agahdarkirinê vekir. Jinan belavokên ku têde bal dikişîne ser rewşa jinên herêmê û îmzeya saziyên jinên Kurd ên li Ewropayê hene li kesên derdorê belav kirin, her wiha wêneyên ji dîmenên jin û zarokên li Kobanî û Şengalê jî hat pêşandan.