Komkujiya Şengalê di yekemîn salvegerê de li Duîsburg hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê di yekemîn salvegerê de Komkujiya Şengalê şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê di yekemîn salvegerê de Komkujiya Şengalê şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê di yekemîn salvegerê de Komkujiya Şengalê şermezar kirin.
Di meşa ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Însiyatîfa Jinan a Duîsburg ve hat organîzekirin Însiyatîfa Kuecîkiyan jî piştgirî dan.
Girse saet 13:00’an li ber Duîsburg HBF kom bû. girseya flamayên YPG, YPJ, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirt bi dirûşmên, “Bimire barbariya DAIŞ”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Bijî Serok Apo” hat qada mîtîngê.
Niyazî Oztaş ê di mîtîngê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axivî, komkujî şermezar kir. Oztaş got: “Divê hemû raya giştî vê komkujiyê şermezar bikin. Divê em li hember vê komkujiya di encama hevkariya dewleta faşîst a Tirk û qatilên DAIŞ’ê de pêk hatiye û bomberdûmanan ku dewleta Tirk di van rojên dawî de li hember gelê Kurd pêk tîne bêdeng nemînin. Divê hmû gel li hember komkujiyan bibin yek.”