Komkujiya Pirsûsê li DYA’yê hat lanetkirin

Li New Yorkê dilxwazên HDP’ê û endamên Komeleya Pîr Sultan Abdal Komkujiya Pirsûsê protesto kirin.

Li New Yorkê dilxwazên HDP’ê û endamên Komeleya Pîr Sultan Abdal Komkujiya Pirsûsê protesto kirin.

Dilxwazên Partiya Demokratîk a Gelan û endamên Komeleya Pîr Sultan Abdal ên li New Yorkê Komkujiya Pirsûsê protesto kirin. Dilxwazên HDP’ê û dostên wan roja Duşemê li Qada Unîonê kom bûn û qetilkirina 31 ciwanan li Pirsûsê hat lanetkirin. Di çalakiyê de zêdetirî 50 dilwazî  ji bo agahdarkirina raya giştî ya DYA’yê û lanetkirina kiryarên komkujiyê bi Îngilîzî û Tirkî daxuyanî dan, belavok belav kirin.

Li paytexta DYA’yê Washington DC’yê ji aliyê endamên Komeleya Pîr Sultan Abdal ve li pêşiya Qesra Spî Komkujiya Pirsûsê hat protestokirin. Nêzî 40 çalakgeran ji bo bîranîna ciwanên sosyalîst ên hatine qetilkirin find pêxistin û bang li herkesî kirin ku li hemberî êrîşên bi vî awayî yên DAIŞ’ê dengê xwe bilind bikin.

...