Komeleyên Êzidiyan ên li Fransa tevlî FKÊ dibin
Di konferansa Êzidiyan a li paytexta Fransa Parîsê pêk hat, komeleyên Êzidiyan ên li Fransa xebatan dimeşînin biryara yekîtiyê girtin.

Rêzekonferansên ji aliyê Federasyona Komeleyên Êzdiyan a li Ewropa bi armanca çareserkirina pirsgirên Êzidiyan hatin destpêkirin, li paytexta Fransa Parîs Paris-Corbeil dewam kir. Di konferasa ku piranî Êzidiyên Kafkas beşdar bûn, nêzî 150 kes amade bûn.
Tamaz Dasînî yê axaftina destpêkê kir, bal kişand ser girîngiya konferansê. Dasînî got ku pêwîst e tevayî Êzidî bi awayekî hevpar tevbigerin.
Piştî Dasînî Hevserokê FKÊ Alî Atalan axivî. Atalan got, “Êdî tiştekî ku Êzidî winda bikin nemaye. Lewma divê firsendên derketine holê binirxîne, azadî û xweseriya xwe ava bike."
Piştî axaftinan di konferansê de biryar hat girtin ku saziyên Êzidiyan ên li Fransa bibin yek û biryara tevlîbûna di bin banê FKÊ de hat girtin. Her wiha di konferansê de hat ragihandin ku di demên pêşiya me de ji bo Konferansa Xweseriyê ya li Şengalê wê delege bên şandin.