Kobanê li Kurdî vedigere
Kobanê li Kurdî vedigere
Kobanê li Kurdî vedigere
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku li Kobanê bi şiyara “Dema fêrbûna zimanê kurdî hatiye” civîna xwe ya salane li darxist, biryar girt ku li hemû dibistanan dersên pola yekemîn hemû bi zimanê kurdî bêne dayîn. Her wiha biryar hate girtin ku navên hemû gund û dibistanan bi kurdî bêne nivîsandin.
Civîna ku li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate lidar xist, bi tevlîbûna dehan mamosteyên herêma Kobanê, bi rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de Endamê TEV-DEM’ê Mehmut Beşrî Beşar axivî û bal kişand ser geşedanên cîhan, Suriye û Rojavayê Kurdistanê.
Piştî axaftinê rêziknameya SZK’ê hate xwendin û beşdarên civînê li ser rêziknameyê nirxandin kirin. Piştre jî rapora xebata salekê ya SZK’ê hate xwendin û nirxandin li ser hatin kirin.
Di encama nirxandin û nîqaşên hatin kirin de plansaziya dema pêş hate derxistin û gelek biryar hatin girtin. Biryarên hatine girtin wiha ne:
1- Hefteyê herî kêm rojekê wê li hemû dibistanan sirûda “Ey Reqîp” bê xwendin.
2- Li hemû navend û dibistanên kurdî wê ala Desteya Bilind bê daliqandin.
3- Yekîtiya Mamosteyên Kurd û SZK wê li hemû dibistanên herêma Kobanê çavdêriyê bikin.
4- Li hemû dibistanên fermî wê perwerdeya zimanê kurdî mijara sereke be.
5- Ger ku Wezareta Perwerdeyê ya Suriyê li herêma Kobanê dibistanan veneke û perwedeyê nede destpêkirin, wê SZK û Yekîtiya Mamosteyan vê peywîrê bicîh bîne û mamosteyan peyda bike.
6- Di sefa yekê ya hemû dibistanan de wê ders hemû bi zimanê kurdî bêna dayîn.
7- Wê Enstîtuya Lêkolîna Wêje û Zimanê Kurdî bê vekirin û mamoste bêne gihandin.
8- Pêwîste hemû endamên saziyên girêdayî TEV-DEM’ê fêrî zimanê kurdî bibin.
9- Li hemû gundan wê navendên perwerdeya zimanê kurdî bêne vekirin.
10- Rêveberiya SZK’ê wê sedî 50 zilam, sedî 50 jî jin bin û dê her 3 mehan carekê bê guhertin.
11- Her endamek SZK’ê wê din ava 3 mehan de raporê bide rêveberiyê, yên ku raporê nedin jî wê bêne pirsyarîkirin.
12- Hemû şagirtên bawernameyên bekelorya yên ji aliye SZK’ê ve di dema perwerdeya 2012-2013’an de hatine dayîn girtine, mafê memuriya di hemû navend û saziyan de bidest xistine.
13- Derbarê kesên ku li pêşîya fêrbûna zimanê kurdî dibin asteng de wê lêpirsînên qanûnî bêne destpêkirin.
14- Navên hemû gund, dibistan, dermanxane û cihên dixtoran wê bi kurdî bêne nivîsandin.
15- Hemû mamosteyên kurdî wê di warê fikrî û bîrdozî de bêne perwerdekirin.