KNK’ê ji bo Duriye Ewnî sersaxî xwest

KNK’ê ji bo endama KNK’ê Duriye Ewnî ya duh li Paytexta Misirê Qahîreyê jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxî weşand.

KNK’ê ji bo endama KNK’ê Duriye Ewnî ya duh li Paytexta Misirê Qahîreyê jiyana xwe ji dest da peyameke sersaxî weşand. KNK’ê got, “Ji ber mirina endama xwe ya hêja Xanim Durîye Ewnîyê bi xem e. Em sersaxiyê didine binemala wê û hemû endamên xwe û xelkê Kurdistanê. Duriye Ewnî her daîm wê di bîra me da be.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê bi wesîleya wefata endama KNK’ê Duriye Ewnî peyameke sersaxiyê weşand.

KNK’ê di daxuyaniya xwe got, “Me bi xemeke mezin mirina Durîye Ewnî bihîst. Endama KNK’ê xanima hêja Duriye Ewnî duh 15’ê Adar 2015, danê êvarî li paytextê Misirê, li Qahîreyê miriye.

Duriye Ewnî rojnamevan û nivîskareke Kurd a Misirê ye. Ji aliyê binemalê ve digihe bajêrê Sêweregê li Bakurê Kurdistanê û keça nivîskarê Kurd Mehemed Elî Ewnî Beg e ku dayika wê Misrî ye. Wek rojnamevan û nivîskar li ser Kurdan gelek xebatên hêja kirine. Ji bo danasîna xelkê Kurd û Kurdistanê jî di hemû kom û kombûn, konferans û platforman da cih girtiye, axivtiye,  piştevaniyeke xurt û aktîv daye bizava neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistanê.

Her daîm yekîtîya xelkê Kurd xwestiye û ji bo vê armancê di nav hewldanên pratîk da bûye. Di damezrîna KNKê 1999’an da jî cih girtîye û heta mirina xwe jî endama KNK’ê bû. Di her keysî da xwe digihand hawara xelkê xwe. Babê wê Kurd û dayika wê Ereb bû lewma jî ji bo biratiya her du xelkan di her warî da diaxivî û kar dikir. Aşiqa welatê bavê xwe bû û her gav behsa spehîtiya Kurdistanê dikir. 

KNK ji ber mirina endama xwe ya hêja Xanim Durîye Ewnîyê bi xem e. Em sersaxiyê didine binemala wê û hemû endamên xwe û xelkê Kurdistanê. Duriye Ewnî her daîm wê di bîra me da be.