Kesên li Kolana Sakraya û Guvenparkê li hemberî operasyona li dijî hêzên demokratîk serê sibê li gelek bajaran dan destpêkirin çalakiya rûniştinê li dar xistin rastî êrîşa polîsan hatin û bi lêdanê 11 kes hatin binçavkirin.
Welatiyên li Qada Sakarya û Guvenparqê operasyonên serê sibê li hemberî hêzên demokratîk hatî destpêkirin şermezar kirin ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin. Partîzan, Aka-Der û Halk Cephesî xwestin li Kolana Sakaray li hemberî operasyonan çalakiya rûniştinê li dar bixin lê polîsan destûr neda.
Pişt re hêzên çewîk derdora welatiyên çalakiya rûniştinê li dar xistin girtin û 9 kes darp kirin û binçavkirin. Li Guvenparqê jî 2 kesên operasyon şermezar kirin hatin binçavkirin.