Keçên Winda yên Dêrsimê li Parlamenta Îngilîstanê ye
Dokûmantera "Hay Way Zaman-Keçên Winda yên Dêrsimê" wê li Parlamenta Îngilîstanê were nîşandan.
Dokûmantera "Hay Way Zaman-Keçên Winda yên Dêrsimê" wê li Parlamenta Îngilîstanê were nîşandan.
Dokûmantera "Hay Way Zaman-Keçên Winda yên Dêrsimê" wê li Parlamenta Îngilîstanê were nîşandan.
Dokûmantera bi navê "Hay Way Zaman-Keçên Winda yên Dêrsimê" ya di 50. Festîvala Fîlman a Altin Portakal a Antalyayê de Xelata Taybet a Jûrî di beşa dokûmanterên neteweyî de wergirt, di 17. Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Ûçan Supurge de Xelata Serketinê ya Bîlge Olgaç wergirt û di 9. Pêşbirka Kurte Fîlm û Dokûmanteran a Boston de Xelata Mansiyon a Taybet wergirt, wê li Parlamenta Îngilîstanê bê nîşandan.
DERHÊNER Û FÎLMÇÊKER WÊ BEŞDAR BIBIN
Di mazûvaniya Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê dokûmanter wê di 2'ê Adara 2015'an de were nîşan dan. Di nîşandana fîlm de wê ji siyaset, akademî, çand-huner û rêxistinên civakî yên sivîl amade bin. Derhêr Nezahat Gundogan û Fîlmçêker Kazim Gundogan jî wê der barê Qirkirina Dêrsimê de pêşkêşiyekê bikin.
Dem: 2'ê Adarê 2015
Saet: 19.00 - 21.00
Cih : Macmillan Room, Portcullis House, House of Commons, Victoria Embankment, Westminster SW1A 2LW