Keçekî Sineyî di mîhrîcana karîkatoran de bû yekemîn

Keçekî Sineyî di mîhrîcana karîkatoran de bû yekemîn

Li Îtalyayê di mîhrîcana karîkatoran a navnetewî  ya bi navê “Fokûsêk ji bo aştiyê”  keçek hunermenda karîkator ya Kurd bû yekem.

Di mîhrîcana navnetewî ya bi navê “Fokûsêk ji bo aştiyê” ya ku li Îtalyayê hat li darxistin de hunermenda karîkator a Kurd Perûy Mihemed ya 17 salî ku xelkê bajarê Rojhilatê Kurdistanê Sineyê ye, di beşa karîkatorê de pileya yekem bi dest anî.

Perûy Mihemed li bajarê Sine ji dayîk bûye û ta niha beşdarî 7 pêşengehên komên Sine bûye û berhemên wê li 5 pirtûkxaneyên navnetewî û hundirîn bilav bûye.

Mîhrîcana Fokûsêk ji bo Aştiyê ji aliyê Akademiya Aştiyê a Îtalyayê ve tê li darxistin.