KCDK-E û Kongreya Star Çarşema Sor pîroz kirin

KCDK-E û Kongreya Star Çarşema Sor li civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd pîroz kirin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi wesîleya cejna Çarşema Sor peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Çarşema Sor ku cejna vejînê ye, ew cejn e ku gelê me yê Êzidî bi berxwedanê xwe ji nû ve afirandiye."

KCDK-E'yê cejn li civaka Êzidî pîroz kir û diyar kir, "Gelê me yê Êzidî ku li dijî dewleta Tirk a qirker mêtinger û çeteyên DAÎŞ'ê bi dayina berdêlan têkoşiya, li Şengalê bi rêveberiya xwe ya xweser ber bi azadiyê ve dimeşe.

Cejna Çarşema Sor bi xeta Mam Zekiyan bêhtir watedar bûye."

Koordînasyona Kongreya Star jî ragihand ku ev cejn nîşaneya jiyana hevpar a li Mezopotamyayê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çarşema Sor a îsal ij ber şewba vîrûsa koronayê li gorî tevdîran tê pîrozkirin. Em hêvîdar in ku cejn ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe wesîleya jiyana hevpar, heskirin, aştî û çareseriyê."