KCD-E: Yên bertek nîşanî Îranê nedin hevkarê sûc in
Hevserokatiya KCD-E bertek nîşanî darvekirina siyasetmedarên Kurd a ji aliyê Îranê ve pêk hat da û da zanîn ku di serî de NY û YE û hemû saziyên mafê mirovan divê bêdeng nemînin.
Hevserokatiya KCD-E bertek nîşanî darvekirina siyasetmedarên Kurd a ji aliyê Îranê ve pêk hat da û da zanîn ku di serî de NY û YE û hemû saziyên mafê mirovan divê bêdeng nemînin.
Hevserokatiya KCD-E bertek nîşanî darvekirina siyasetmedarên Kurd a ji aliyê Îranê ve pêk hat da û da zanîn ku di serî de NY û YE û hemû saziyên mafê mirovan divê bêdeng nemînin. Di daxuyaniyê de bang li Kurdên Ewropayê hat kirin ku li dijî Îranê têkoşîna xwe bilind bikin.
Hevserokatiya KCD-E’yê der barê darvekirina siyasetmedarên Kurd daxuyaniyek da û bi zimanekî tund şermezar kirin.
ÎRAN JI XWÎNA GELÊ KURD TÊR NEBÛ
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew di şexsê siyasetmedarên Kurd Saman Nesîm û Hebîbullah û birayê wî Elî Efşarî de darvekirina li dijî gelê Kurd pêk tê bi kîn û nefret mezin şermezar dikin û wiha berdewam kir: “Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ku li Rojhilata Navîn ji bo parastina gelan û her cureyê qirkirinê bûye enî, îro li hemû cîhanê tê axaftin û tê pîrozkirin. Lê darvekirinên ku rejîma Îranê li siyasetmedarên kurd hêja dibîne, nîşan daye ku tiştên bi destê çeteyan nehatiye kirin bi destê yekem hatiye îmhakirin.
Dewleta Îranê ku ji xwîna gelê Kurd têr nekibûye bi darvekirinan peyamê dide têkoşîna mirovahiyê ya gelê û her wiha bi vî awayî di îmha û înkarkirina gelê Kurd de israr dike.”
KCD-E’yê di daxuyaniyê de bang li hemû gelê Kurd û cîhanê kir ku divê ji van pêkanînên hov re bêjin êdî bes e û di serî de NY û YE, hemû saziyên mafê mirovan divê bêdeng nemînin.
Hat gotin ku divê gelê Kurd ê li Ewropayê û hemû saziyên pêkhate li dijî Îranê têkoşîna xwe bilind bike.