Jin bi neviyên xwe re fêrî zimanê xwe dibin
Jin bi neviyên xwe re fêrî zimanê xwe dibin
Jin bi neviyên xwe re fêrî zimanê xwe dibin
Jinên Rojavayî ku bi dehan salan ji ber zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên rejîmê nekarîn çanda xwe bijîn, bi destpêkirina pêvajoyê şoreşê re wekî her qadekê di warê ziman de jî pêngavên girîng diavêjin. Jinên ku temên wan digihîje 60 saliyê bi neviyên xwe re diçin dibistanê û fêrî zimanê kurdî dibin.
Li Taxa Xerbî ya Qamişlo jinên ku temenê wan di navbera 20 û 60 saliyê de diguhere, li Dibistana Musa Bin Nesîr fêrî zimanê kurdî dibin. Jinên ku temenê xwe wekî astengiyekê nabînin û kêfxweşiya wan ji rûyê wan diyar dibe, bi zarok an jî neviyên xwe tevlî perwerdeya ziman dibin.
Yek ji van jinan jî dayîka Gulcîhan Baqistanî ye. Baqistanî bi neviya xwe re tevlî perwerdeya ziman dibe. Baqistandî destnîşan kir ku piştî ewqas salên qedexebûnê ew êdî fêrî zimanê xwe dibin û wiha dom kir: “Temenê min ê mezin ji bo min nabe asteng. Tişta ez fêr dibim wê bidin neviyên xwe jî.”