Ji xwendekarên Kurd ên li Elmanyayê piştevaniya bi Kobanê re
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), li bajarê Bîefeld ê Elmanyayê bi armanca piştgiriya bi Rojava, Kobanê û Şengalê re aktîvîteyek li dar xistin.
ANF
BÎELEFELD
în, 24 avrêlê 2015, 14:15
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), li bajarê Bîefeld ê Elmanyayê bi armanca piştgiriya bi Rojava, Kobanê û Şengalê re aktîvîteyek li dar xistin.
Xwendekarên li Zanîngeha Bîelefeld stand vekirin, dahata ji pastayên ku bi dest xistin, bi rêya Heyva Sor ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ji Rojava re şandin.
Xwendekaran her wiha ji bo nasandina kantonên li Rojava hatine îlankirin, belavok belav kirin. Li ber stranên Kurdî govend gerandin.