Ji Şanoya gerîlayan lîstikek nû: Rojên Germ
Ji Şanoya gerîlayan lîstikek nû: Rojên Germ
Ji Şanoya gerîlayan lîstikek nû: Rojên Germ
Koma şanoyê ya Şanoya Çiya ku girêdayê Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan a Tev-Çandê xebatên xwe dimeşîne bi lîstika xwe ya bi navê ‘Rojên germ’ li qadên parastina medya bi gerîlayan re hate cem hev. Koma bi lîstika xwe ya ‘tas’ ya ji bo bîranîna Yekta Herekol amade kiribû, bi xebateke nû ya bi navê ‘Rojên Germ’ li qadên Parastina Medya li ser dikê bû. Di meha Tebax û Îlonê de li qadên gerîlayan cil û dekora wan li ser milê wan li turneyê bûn.
Di jiyana gerîlayan de girîngiya bernameyên çand û hunerê gelek mezin e û ji ber vê yekê jî şanoyê eleqeyek mezin dît. Di serî de şervanên nû, li her derê ku çûn lîstik bi eleqeyek mezin hat temaşekirin. Gerîla şoreşa çand û hunerê destpêkê bi xwe re û li çiyayan pêk tîne. Kesayeta sosyalîst û afirîner a şoreşa çand û hunerê destpêkê di kesayaseta xwe de derdixe holê.
Gerîlayên şanoger di demeke kurt de li gel şert û mercên zor û zehmet îsal du lîstik amade kirin. Ya yekemîn 17 caran a duyemîn 13 caran hate lîstin. Bi hezaran gerîla bi şanoyê re anî cem hev. Gerîlayên lîstikvan, carinan bê xew, carinan westiyayî li ser dikê bûn lê ji ber ku temaşevanan ew tu car tenê nehiştin, lîstik her tim zindî û xweşik bû. Li her cihên ku diçûn amadekariyên ku dihatin kirin û piştgiriya her kesî di demeke kurt de carinan rojê du caran derdiketin ser dikê. Bi germahiya lîstikvan, lîstik û temaşevanan atmosfereke bi bandor çêdibû. Piştî hinek bernameyan şervanên ku çûn Şengalê jî hebûn.
Lîstika ku derhêneriya wê Kurdê Tavya dike, rastiya berxwedan û dagirkeriya salên 80’ê yên Kurdistanê dike mijar. Lîstika ku mijara azadî û evînê jî digire nav xwe, jiyana Mam Hasan ê ku Eşq û Çiyabûn kiriye û hevsera wî Gulê welatparêziya wê nîşan dide. Di tevahiya lîstikê de rewşa ruhê her duyan jî didome .Evîna Fevzî û Xecê jî her tim di atmosfereke ne azad de dibe pirsgirêkê. Fevzî piştî tevlîbûna hevalê wî Adil a gerîlayan bi bandor dibe. Ji ber tirsa bavê wî, nêzîkatiyê ne dostane yên Hemo li dijî neheqiyan tevlî berxwedanê dibe. Di lîstikê de jiyana Kurdan a beriya têkoşîna azadiyê, bandorbûna wan ya ji têkoşînê û bandora tevgera azadiyê ya li ser civakê pir baş vedibêje. Lîstik saetek û 10 deqeyan didome û di lîstikê de denbêj 3 caran derdikevin ser dikê. Di lîstikê de encamên Koma Awazên çiya jî cih digirin.
Gerîlayên şanoger lîstik ji bo Tv’yê jî kişandin û di rojên pêş de dê biweşîne. Ji ber vê yekê lîstik bi giştî dikare ji wir bê temaşekirin.
Herî dawî em ji gerîlayên lîstikvan şanoya Kurd dipirsin,
Ji bo tevgera azadiya Kurd hunera şanoyê bi kîşan çand û felsefeyê dikeve jiyanê û pêk tê gelek girîng e. Ji ber ku çand û felsefe şeklê hebûna civakî ye. Şekla îfadekirina terza jiyanê ye. Wek hemû huneran şano jî j bo me çandê nîşan dide. Tenê bi nîşandanê, mayînde dimîne, diguherîne û wateyên nû diafirîne. Hunermend di her hunerê de vê terza jiyana ku dixwaze ava bike nîşan dide. Her wiha hunermend ji civakê re jî pêşengiyê dike. Yê ku şanoyê dike şanoger e lê di çarçoveya ku me destnîşan kiriye ew hunermend e.