Ji Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê peyama cejnê
KCK: Di vê cejnê de girîng e gelê me, gorên şehîdên îlana xweseriyê ziyaret bike, ji wan re dua bike û bi taybetî biçe serdana malbatên şehîdan.
KCK: Di vê cejnê de girîng e gelê me, gorên şehîdên îlana xweseriyê ziyaret bike, ji wan re dua bike û bi taybetî biçe serdana malbatên şehîdan.
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê da xuyakirin ku gelê Kurd Cejna Kurbanê bi xemgînî pêşwazî dike û got, "Di vê cejnê de girîng e gelê me, gorên şehîdên îlana xweseriyê ziyaret bike, ji wan re dua bike û bi taybetî biçe serdana malbatên şehîdan. Em cejna qurbanê li tevahiya gelê me yê welatparêz û gelên Misilman pîroz dikin."
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand. KCK'ê diyar kir ku alema Îslamê, ji bo bicih hatina hêvî û bendewariyan, bi dûa û qurbanan cejneke din a qurbanê pîroz dike. Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Lê mixabin ev cejn bi xemgînî derbas dibe. Cejna Qurbanê ku cewhera wê dijderketina li zilmê û parvekirina mafdarî ye, di nava zilm û bêedaletiyeke mezin a li cîhana Îslamê, derbas dibe. Li dijî zalimên serdest ên Nemrûdwarî yên ji pûtan re mirov dikir qurban, Hz. Îbrahîm cejna qurbanê ji mirovahiyê re kir diyarî. Cejna Qurbanê ji aliyekî ve tê wateya fermana nekuştina mirovan. Lê belê nûnerên îro yên fîrewin û nemûrdan, ji pêşiyên xwe qat bi qat zêdetir mirovan dikujin û dibin wesîleya mirinan. Vana ji bo pêkanîna emelên xwe yên dîktatoriyê, ji pêşiyên xwe bêhtir bêteredût mirovan dikin qurban. Bi tenê di nava mehekê de Serokkomarê Tirk û partiya bi navê AKP'ê li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûn sedema mirina bi sedan mirovan. Tevî vê yekê, meseleyeke din a di roja îro de êşê dide mirovan ew e ku yên kevneşopiya nemrûd û fîrewinan dimeşînin, xwe weke Îslamî nîşan didin û Îbrahîmiyan dixin nava tecrîdê, dadgeh dikin, bi tenê dihêlin û hewl didin bi qutkirina ji gel û pratîkê re, pêşî li pêkhatina emelên baş bigirin."
KCK'ê got, "Weke ku tê zanîn, pûtperestên berê dewlet û desthilatdar bûn, ji bo pûtên xwe yên ji kevir û heriyê yek bi yek mirov dikirin qurban" û ev xal destnîşan kir: "Di roja îro de jî ji bo pûtên xwe yên pere yê ji kaxizê û daxwaza xwe ya desthliatdariyê, mirovan bi awayekî dikin qurban. Her roj bi dehan mirovên me dibin qurbanên şerê qirêj, bi sedan mirov dibin qurbanên bêkariyê û bi sed hezaran jî dibin qurbanên nelirêtiyê. Her wiha, her roj bi dehan ciwanên me pêşkêşî şebekeyên mafya û narkotîkê, bi dehan keçên me yên ciwan weke qurban pêşkêşî çeteyên fûhûşê tên kirin. Herî dawî, fetisîna mirovan li Derya Spî û di qemyonan de, yek ji rêbazên îro yên qurbankirina mirovan e. Di dawiya dawî de ev mirov ji bo polîtîkayên desthilatdarî, pere û berjewendiyê hatine qurbankirin. Di vî sûcî de hema hema her kes sûcdar e. Lê belê sûcdarê sereke Erdogan û dewleta Tirk e ku di çarçoveya dijminatiya xwe a li hemberî Rojava û Kurdan de ji îflasa polîtîkaya xwe ya li Sûriyeyê tolê hiltînin. Hêvî da wan koçberan û bû sedem ku ji Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê bikin. Lê belê dema derew, xapandin û hesabên wan ên siyasî bi ser neketin, ew qewirandin Ewropayê. Ev nêzîkatî, zalimtiyeke bi şêwazê fîrewinî ye."
GELÊ KURD CEJNÊ BI XEMGÎNÎ PÎROZ DIKE
Daxuyaniya Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Bersiva herî watedar a ji komkujî û terora dewletê a li hemberî gelan tê meşandin bê dayîn, pîrozkirina cejna qurbanê li gorî ruh û felsefeya wê ye. Di vê rojê de, parvekirina êş xemgînî û fikarên cîran û xuşk-birayên xwe, bi tena serê xwe xêreke mezin e. Her wiha parvekirina qurbanan bi mirovên mezlûm ên li hemberî zaliman li ber xwe didin, xêra herî mezin e. Bi van alîkariyan re hem em bersivê didin pêwîstiyên hewcedarekî, hem jî bi malên xwe re em tevlî berxwedana li dijî zaliman dibin û ev xêr e. Ji ber vê yekê em ji gelê xwe re dibêjin ku qurbanên xwe bi rêya Heyva Sor û hemû saziyên ji aliyê alimên Kurd ên welatparêz ve tên pêşniyarkirin, bibirin û belav bikin.
Gelê Kurd vê cejnê bi xemgînî pîroz dike. Şerê ji aliyê Erdogan û ekîba wî ve ji bo desthilatdarî û qesrê hat destpêkirin, li Bakurê Kurdistanê dibe sedema mirina mirovên me. Bi wesîleya vê cejna qurbanê, em şehîdên xwe yên ezîz bibîr tînin û dibêjin ku em ê mîrateya wan a mirovahiyê xurt bikin. Di vê cejnê de girîng e gelê me, gorên şehîdên îlana xweseriyê ziyaret bike, ji wan re dua bike û bi taybetî biçe serdana malbatên şehîdan. Em cejna qurbanê li tevahiya gelê me yê welatparêz û gelên Misilman pîroz dikin."