Ji KNK’ê têkildarî darvekirinên li Îranê daxuyanî
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir rejîma Îranê bi cezayên îdamê sûcên mirovatiyê dike û bi darvekirina Saman Nesîm û hevalên wî ku kirine rojeva xwe, heta niha çarenivîsa wan nexuyaye.
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir rejîma Îranê bi cezayên îdamê sûcên mirovatiyê dike û bi darvekirina Saman Nesîm û hevalên wî ku kirine rojeva xwe, heta niha çarenivîsa wan nexuyaye.
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir rejîma Îranê bi cezayên îdamê sûcên mirovatiyê dike û bi darvekirina Saman Nesîm û hevalên wî ku kirine rojeva xwe û heta niha çarenivîsa wan nexuyaye.
Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî biryara darvekirinên rejîma Îranê li hember girtiyên siyasî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya KNK'ê wiha ye:
“Wek çawa faşîzma reş a DAIŞ ê li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi nave Îslamê li hember gelên Kurdistanê aziryayne û bi hovane curman li dijî mirovatiyê dikin. A wiha jî Îmam û melayên dewleta Îranê her bi nave Îslamê destên xwe yên bi qirêj û gemar li ser kuştin û îdama çalakên siyasî ên Kurd û gelên din ên li Îranê bernaden û siyaseta xwe ya newêrek didomîne. Di demekê de li ber çavên wîjdana şiyar a cîhanê ku li nirx û rûmetên mirovahiyê li hemû cîhanê dipirse û xwedî lê derdikevin, lê ev rejîm bê guhdan bi prensîpên qanûnên navneteweyî ku bi xwe endame têde bi ber çavên wê li hevhatina cîhanê ya mafên mirovan sûcên herî mezin encam dide.
Guman têde nîne ku ev wehşiyeta desthilatdarên Îranê ji wehşiyeta DAIŞ ê ne cuda ye û pêwîst e bi hevkarî ya civata navneteweyî li dij derkevin û bê tinekirin.
Dîsa weke adet rejîma Îranê faşîzma cezayên Îdamê sûcên mirovatiyê dike û kuştin û lidarxistina Saman Nesîm û hevalên wî kirine rojeva xwe û heta niha çarenivîsa wan nexuyaye.
Li hember çi ev rejîm wiha dike! Belê, gelê Kurd û ew hemû gelên li nav sînorê Îranê dijîn ji bo mafên xwe yên rewa û demokratîk têdikoşin. Lê ev rejîm wan mafan binpê dike û qebûl nake û li hember qetlîam û çalakvanan çdam dike. Xuyaye ku ev kiryarên vê dewletê ji tirs û kirîsa wan a desthiladarî û şikestina polîtîka wan derdikeve û heya ser jî ev hovîtiya wê dewletê dewam nake û rojek tê mina ew dewletên derdora Îranê çi bi ser hat wiha jî bi serê Îranê wê were.
Ew siyaseta durû ya rejîmê li hember gelên Îranê û temamî cîhanê, wê dixwazê ku bi fedakarî û têkoşîneke xurt a gelerî û demokratîk bê domandin û civaka navneteweyî ya cîhanê jî bi hêzeke xurt ya diplomasî hevkar be. Ne tenê dewleta dagîrker a Îranê durû li hember cîhanê dike, belkî dewletên din ên dagirker jî wek wê du moraliyê dikin û xwe û û cîhanê jî dixapînin. Minak dewleta AKP bi awayekî rûyê xwe yê nevneteweyî cureke û li rûyê din hevkarî ya her êrîşekê ya li dijî Kurd û Kurdistanê be dike. Gelê me yê şiyar wan rastî yên durûtiya dewletên dagirker dibînin û sabota dikin û di xebat de ne û dewlet vê hindê bi sûc digre û aqubetê bi îdam û kuştina wan bi yasaya xwe ya çepel digehîne.
Belê rejîma kevneperest a Îranê biryar girtiye ku Saman Nesîmî û her pênc hevalên wî ku yek Azerî jî heye bên îdamkirin, lê çarenvîsê wan nexuyaye.
Dîsa gelê Kurd û Kurdistanî daxwaz dike; Rejîm ji biryara xwe poşman bibe û çalakvanan serbest berde û cezaya îdam û kuştinê di destûra bingehîn a dewleta Îranê derxîne û azadî û demokrasî yê pîyade bike. Her wisa daxwaz ji raya giştî ya cîhanê dike ku bi komên yekbûyî yên Ewropî, navdewletî, neteweyî û mafên mirovan dike û di heman demê de îlaqedar dike ku teva û aktîv li dijî kiryara faşîsta lidardan û kuştina mirovan li Îranê bixebitin ku ti cudayî ya wê bi kiryarên faşistên DAIŞ nîne.
Em li KNK heman hewîst a mirovahî ya gelê xwe tekez dikin û daxwaz ji dewleta Îranê dikin ku ji bryara xwe paşvegerin û çalakvanan serbest berden. Her wisa daxwaz ji civata navneteweyî dikin ku zext û fişarê bidine ser dewleta Îranê dest ji kiryayên wiha yên li dijî mirovatiyê helgirin û û pabendê yasa û rêsayên navneteweyî yên mafê mirovan bin.
Di heman demê da ji hikûmet û parlemantoya herêma Kurdistan a li Başûr dipirsin, ka helwesta we ya neteweyî li hember vê zilmê û hûn jî dikarin bêne ser xeta fişarê ji bo azadkirina van mirovên demokratxwaz ên Kurd û Kurdistanî."