Ji jina astengdar ya resam pêşangeh
Ji jina astengdar ya resam pêşangeh
Ji jina astengdar ya resam pêşangeh
Astengdara resam Zeynep Gunerî 9’mîn Pêşangeha xwe li salona Midûriyeta Şaxa Astengdar ya Qada Jiyana Hevpar ya Parka Sumer ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ji hunerhezan re vekir.
Bi piştgiriya Midûriyeta Şaxa Astengdar ya Serokatiya Daireya Xizmetên Civakî yên Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, 15 tabloyên boyeya biyax, 15 ji hunera ebrû û du jî bi pênûsa dar hatî çêkirin bi giştî 32 tablo ên 2’ê Kanûna 2013’an li salona Şanoya Bajar hatîn pêşankirin, dê li Midûriyeta Şaxa Astengdaran di navbera dîrokên 5-9’ê Kanûnê de bêne pêşandan.
Zeynep Guneriya ji ber rewşa xwe ya astengdar nekarî dibistanê bixwîne û ji 12 saliya xwe dest bi xetkirina wêneyan kir got, nêzî 16 sale bi wêne xetkirinê ve mijole, beriya vê xebatên wêneyên bi boya yax jî kiriye û da diyarkirin ku, piştî ew fêrî hunerê ebrû jî bûye, dest bi çêkirina wêneyên ebrû jî kiriye.
Gunerî anî ziman ku, heya niha 8 pêşangeh vekirine û got: “Ez di xebatên xwe de bêhtir girîngiyê didim portreyên jinan, sedema vê jî ji ber nêzîkatî û germahiya dayîka min nîşanî min dide ye.”
Gunerî da diyarkirin ku, wêne xetkirin hizûrê dide wê û bilêv kir ku, “Di mijara çêkirina wêneyan de li gorî kesekî neastengdar em zehmetiyan nakişînîn. Lê belê bitaybet di dema wêne pêşandanê de zehmetiyan dikêşînîn.”
Gunerî da zanîn ku, xeyala wê ya herî mezin ew e ku atolyekî wê bixwe hebe û got, ew ji bo vê di nava hewildanan de ye û anî ziman, ew dê rojekê vê xeyala xwe bicih bîne.
Resam Gunerî bang li hemû astengdaran kir ku, “Hevalên astengdar çi dibe bila bibe pêwîste tucarî dest ji têkoşîna xwe bernedin û divê ji bîr nekin ku bişêweyekî xwe bi jiyanê ve bigirê bidin dê serbikevin.” Gunerî di dawiya axaftina xwe de bang li kesên neastengdar jî kir û got: “Bila tucarî astengdaran ji nedîtî ve neyên, astengdaran weke perçeyek ji civakê bibînin, weke kesayetek qebûl bikin û bila bawer bikin ku dikarin hertiştê biserbêxin.”