Ji Gerîla TV dîmenê çalakiyê
Gerîla TV dîmenê wesayîta zirxî ya ku ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hatî îmhakirin, weşand.
Gerîla TV dîmenê wesayîta zirxî ya ku ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hatî îmhakirin, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî dabû: “17’ê Nîsanê di saet 13.45’an de wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî û cîhaza Jammer a li ser wê êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê kirin. Yekîneyên me yên Şehîd Axîn Mûş bi droneya kamîkaze bersiv dan û wesayîta zirxî îmha kirin. Ev çalakî ji bo bersiva êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de bi rengekî zêde pêk anîn, hatiye lidarxistin.”