Ji bo Şervanê YPG'ê Kaya mewlûd

Ji bo şervanê YPG'ê Mahmut Kaya (Erdal Zagros) yê li rojhilatê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest da li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê mewlûd hat dayîn.

Ji bo şervanê YPG'ê Mahmut Kaya (Erdal Zagros) yê li gundê Ebu Sera yê rojhilatê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û 10'ê Hezîranê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest da li Taxa Altiocakê ya navçeya Ceyhanê ya Edeneyê mewlûd hat dayîn. Bi sedan welatî, nûnerên MEYA-DER'ê, rêveberên HDP û DBP'ê yên navçe û bajar û Dayikên Aştiyê hatin Mewlûdê. Li cihê mewlûd lê hat dayîn posterên Kaya, alên PKK, KCK, YPG ve YPJ'ê hatin daliqandin.

Xwişka Kaya, Hacîre Kaya li mewlûdê wiha axivî: "Serê Serok Apo û gerîlayan û gelê Kurd sax be. Erdal bi serbilindî li dijî zaliman şer kir û jiyana xwe ji dest da."

Kurapê Kaya Hasan Kaya jî got ku Erdal hevalê wî yê zarokatiyê ye. Her tim li dijî zaliman şer dikir."

Mewlûd bi dûa û xwarinê qediya.