Ji bo Pêşbirka Stranan a Eurovision serlêdana Kurdî

Ji bo Pêşbirka Stranan a Eurovision serlêdana Kurdî

Komeleya Musîkî û Çandê ya Amedê (DÎKTÛM), ji bo bi strana Kurdî beşdarî Pêşbirka Stranan a Eurovision bibe serî li Muduriyeta Giştî ya TRT'ê da.

Serokê DÎKTÛM'ê Kekan Aksû da xuyakirin ku ew dixwazin Tirkiyê di Pêşbirka Stranan a Eurovisionê de bi Kurdî temsîl bikin û anî ziman ku bi vê armancê serî li TRT'ê dane. Aksû got, "Em li benda bersiva ji TRT'ê ne." Aksû diyar kir ku eger bersiveke erênî were, ewê bi rêya hunermendekî-e ji komeleyê dest bi kar bikin.

Aksû ragihand ku eger bersiveke erênî ji serlêdana wan were dayîn, ewê bi heyecaneke mezin dest bi amadekariyên Pêşbirka Stranan a Eurovision bikin û got, "Li vê derê ji xwe muzîkeke me ya gelekî dewlemend heye. Amed paytexta çand, şaristanî û muzîkê ye. Emê straneke gelekî xweş ji bo pêşbirkê amade bikin. Em ji bo wê amade ne. Em bawerin ku emê Tirkiyê temsîl bikin û wê reaksiyonên erênî werin."