Ji bo Muzeya Mirovahiyê komxebata destpêkê pêk hat

Navenda Koordînasyona Muzeyê ya Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi komxabetekê li pirsa 'divê muzeyeke çawa bête çêkirin' geriya.

Navenda Koordînasyona Muzeyê ya Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê, bi mebesta naskirina tecrûbeyên cîhanê li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê komxebata "Ceribandinên Cîhanê" lidar xist. 

Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak, Endama Meclisê Serra Bûcak Kuçuk, Berdevkê Hewldana 78an Celalettîn Can, Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan, Endamê Komîsyona Dad û Rûbirûbûna bi Zindana Amedê Tûrgût Tarhanli, Serokê Daîreya Geşkirina Aboriya Xwecihî Necatî Pirîncçîoglû, Serokê Daîreya Çand û Tûrîzmê Mûharrem Cebe, Seroka Daîreya Karên Civakî Semra Kiratli, kesên li Amedê bi karên civakî radibin û nûnerên saziyên civaka sîvîl beşdarî vê komxebatê bûn.

TECRÛBE HATIN PARVEKIRIN

Komxebat, bi agahdarkirina Rêveberê Beşa Projeyên Hunerî ya Rêveberiya Rewşenbîrî ya Duhokê ya Herêma Kurdistanê Godhar Selahedîn Bezaz destpê kir. Bezaz bal kişand ku Mîzerka ku dema rejîma Baasê ya Sedam Husên wek navenda îşkenceyê dihate bikaranîn, wan kiriye muze û behsa vê pêvajoyê kir. 

Piştî Bezaz, Midûrê Muzeya Dewletê ya Emna Sureka ya Silêmanî ya Herêma Kurdistanê Ako Xerîb Marûf axivî, behsa Emna Surekan kir, ku sala 1979'an bi destê rejîma Baasê hatiye avakirin 16 hezar û 880 mekreçargoşe ye, kir. 

Piştre komxebatê bi pirs û bersivan dewam kir.