Ji bo Kobanê û Şengalê li Londonê pêşangeh hat vekirin
Meclîsa Jinê ya Roj û Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê bi hev re pêşangehek organîze kirin. Hatineyên ji vê pêşangehê wê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji Kobanê û Şengalê re bên şandin.
Meclîsa Jinê ya Roj û Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê bi hev re pêşangehek organîze kirin. Hatineyên ji vê pêşangehê wê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji Kobanê û Şengalê re bên şandin.
Ji bo Kobaniyî û Şengaliyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe bûne, rojên Înê û Şemiyê li Mala Gel pêşangeheke wêneyan hat vekirin.
Hatineyên ji pêşangeha ji aliyê Meclîsa Jinê ya Roj û Festîvala Fîlmên Kurd a Londonê ve hat organîzekirin, wê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji Kobaniyî û Şengaliyan re bên şandin. Pêşangeh bi wêneyên wênevanên cuda yên li ser Kobanê, Pirsûs û Başûrê Kurdistanê re, xwedî naverokeke dewlemend e. Di pêşangehê de her wiha xebatên Derya Erkan û Pinar Kalayci hatin nîşandan.
Di beşa roja Şemiyê ya bernameyê de, bi rêya skype bi yekîneya çapemeniyê ya Kobanê re bi awayekî zindî têkilî hat danîn. Çapemeniya Kobanê rewşa dawî ragihand û diyar kir ku li gundên derdorê hînê pevçûn bi dijwarî dewam dike.
Wênevanên di pêşangehê de wêneyên wan hatin nîşandan: Aylîn Kizil, Firat Aygun, Gencer Yûrttaş, Lezgîn Kanî, Husamettîn Bahcecî, Refîk Tekîn, Tolga Sezgîn, Sanar Sen, Fatma Çelîk, Yasîn Akgul, Yûnûs Emre Aydin, Meltem Ay, Erem Kansoy, Gaîl Orensteîn û Aladdîn Sînayîç.