Komek Kurdistaniyên li Swêdê dijîn bi armanca protestokirina polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Ocalan vê sibehê ji Upsala yê heya Stockholmê dest bi meşê kirin.
ANF
STOCKHOLM
în, 24 tîrmehê 2015, 17:18
Komek Kurdistaniyên li Swêdê dijîn bi armanca protestokirina polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Ocalan vê sibehê ji Upsala yê heya Stockholmê dest bi meşê kirin.
Kurdistaniyên ku îro di saet 08:00 sibê de li pêşiya Komeleya Çandê ya Kurd a Uppsalayê hatin gel hev. Di saet 09:00’ê de ber bi Stockholmê ve ketin rê. Kurdistaniyên ku di destên wan de posterên mezin ên Ocalan, wêne, al û flamayên KCK, PKK, PYD, PJAK, YPG û YPJ’ê heyî di tevahiya meşê de bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî, Ji Kurdistanê re statu”, “PKK gel e, gel li vir e” re û dirûşmên şermezarkirina qetlîama Pirsûsê ya ku di encamê de 31 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan gotin. Li pêşiya korteja meşê çalakgerên ku t-shirtên wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser pankarta “Ji Ocalan re azadî” hilgirtin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Borlange Îdrîs Ayrik axaftinek kurt kir û wiha axivî: “Niha tevahî Kurdistan di nava şerekî topyekun de ye. Desthiladariya AKP’ê ji bo bidawîkirina pêvajoya Çareseriyê çi ji destê wî tê dike. Tecrîda li ser Rêber Apo nîşaneyek a vê ye. Pêwîst e her Kurd li dijî vê tecrîdê derkeve. Vaye em ji bo azadiya Ocalan û pêvajoya çareseriyê vê meşê li dar dixin”
Davût Al jî da xuyakirin ku meşeke pir bi coş li dard ixin û got; “Em dixwazin tavilê Rêberê me Ocalan serbest bê berdan. Em komkujiya li hember ciwanên dixwestin ji Pirsûsê alîkariyê bibin Kobanê jî şermezar dikin.”
Al banga tevlîbûna mîtînga roja Şemiyê di saetên şevê de li qada Medborgarplatsenê ya Stockholmê ji bo azadiya Ocalan wê bê lidarxistin kir.