Ji bo Aslan ê MLKP’yî li Parîsê bîranîn
Bîranîna Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ê 24’ê Sibatê li gundê Cede yê girêdayî Til Hemis di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Lokala Parîs ACTIT pêk hat.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştî daxuyaniya MLKP Rojava ya ji Emre Aslan hat xwendin, li ser navê MLKP Fransa jî axaftinek hat kirin.
Paşê helbesta Emre Aslan a bi navê “Umut / Hêvî” hat xwendin. Di merasîma bîranînê de li ser navê Rêxistina Ciwanan a Komunîst jî axaftin hatin kirin.
Di bîranînê de her wiha nûnerên Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîs jî axaftinên kurt kirin. Piştî sînevîzyona têkildarî Emre Aslan, Grûp Piya ji bo şehîdan kilam gotin. Endamên PKK, MKP, TKP-ML Ala Sor jî beşdarî bîranînê bûn.