Ji bo Alî Aslan wê sibe merasîmek bê lidarxistin

Ji bo welatparêzê Kurd Alî Aslan ê duh li paytexta Swêd Stockholm li nexweşxaneya tedawî didît jiyana xwe ji dest da, li Komeleya Çandê ya Kurd a li semta Fridhemsplan a Stockholm wê merasîmek bê lidarxistin.

Cenazeyê Aslan wê sibe saet 17.00’an bînin komeleyê û piştî merasîma bê lidarxistin, wê cenaze ji bo defnkirinê ber bi Êlihê ve bê oxirkirin.

Rêveberiya Komeleya Çandê ya Kurd, ji bo tevlîbûna merasîmê bang li Kurdistaniyên li Swêd kirin.