Ji ber lêhiya li Hindistanê jiyan rawestiya

Ji ber barana Mûson a li eyaleta Assam a dikeve bakurê rojhilatê Hindistanê lêhî rabû, 3 kes mirin, bandor li 400 hezar kesî bûn.

Nunerê perpirsê karesata xwezayî ya li Eyaleta Assamê got: “Heta niha li Assamê 3 kes mirine.”

Di nava 24 saetên dawî de, nêzî 250 gund, 16 hezar û 370 hektar zeviyên birinç man di bin avê de.

Hikûmeta Hindistanê ji bo alîkarîkirina mexdûran ketin nava liv û tevgerê.

Van demên demsalê baranên musonê bandoreke zêde li Hindistanê dike. Hefteya borî li Bombayê yê rê, rêyên hesin û pîstên avhewayê mabûn di bin avê de.