Îzmîr qedexe guhdar nekir komplo lanet kir
Li Îzmîrê tevî qedexeyê jî bi hezaran kesên li hev kom bûn Komploya 15’ê Sibatê lanet kirin.
Li Îzmîrê tevî qedexeyê jî bi hezaran kesên li hev kom bûn Komploya 15’ê Sibatê lanet kirin.
Li Îzmîrê tevî qedexeyê jî bi hezaran kesên li hev kom bûn Komploya 15’ê Sibatê lanet kirin.
Li Îzmîrê ji ber walîtiyê destûr neda mîtînga li Qada Newrozê ya Bûca, bi hezaran kes di pêşengiya HDP’ê de li ber Pastaxaneya Alsancak Sevînç li hev kom bûn Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmên, ’Bijî Serok Apo“, “Bimire Komploya 15’ê Sibatê”, “Ciwan fedayiyên Apo ne”, “Bijî berxwedana Kobanê” gotin. Jinan ku kincên reş li xwe kirin, bi ciwanan re di refên pêş de cih girtin. Danê sibehê Serokwekîlê Koma MHP’ê Oktay Vûral û koma pêre ku hatin qada mîtîngê bal kişand.
‘ÊRÎŞA LI HEMBER ROJAVA DEWAMA KOMPLOYÊ YE’
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di çalakiyên Komploya Navneteweyî de şehîd ketine destpê kir. Bi yek dengî sirûda, Çerxa Şoreşê hat xwendin. Di çalakiyê de Berdevkê Kantona Kobanê Mahmûd Beşar axivî got, “Min ji şervanên YPG/YPJ’ê silav ji we re anîn.”
Beşar diyar kir serketna Kobanê valaderxistina komployê ye û bibîrxist ku Ocalan hêza çareseriya krîza Rojhilata Navîn e.
Piştî Beşar, endamê Platforma ji Ocalan re Azadî Huseyîn Koçuk axivî. Koçuk got ku bi Komploya 15’ê Sibatê re di şexsê Ocalan de dihat xwestin ku tevayî bindest mehkûmî mirinê bên kirin.
Çalakî piştî axaftinên Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Cavît Ugur û Seroka Rêxistina Bajêr a HDP’ê Mîzgîn Irgat bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.