II. Rojên Fîlmên Kurd ên Munchenê îro êvarê destpê dike

II. Rojên Fîlmên Kurd ên Munchenê îro êvarê destpê dike

Rojên Fîlmên Kurd, ku ev demeke dirêje ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve li Elmanyayê tê lidarxistin, li bajarê Munchenê dewam dike. 2. Rojên Fîlmên Kurd ên Munchenê îro danê êvarê destpê dike û wê êvara Yekşemê bi dawî bibe. Tê payîn di çarçoveya rojên fîlm de gelek fîlm bên nîşandan.

YXK, yek ji Rojên Fîlmên Kurd ku li gelek bajarên Elmanya organîze kir, li bajarê Munchenê pêk tîne. Di aktîvîteya fîlman a sê rojan de wê gelek fîlmên Kurd ên dem kurt, dem dirêj û dokûmanter bên nîşandan. Der barê mijarê de ji YXK'ê Mehmet Tag agahî da û diyar kir ku tevî qedexeya nav, ziman û çanda Kurd re, sînemayek derketiye holê û got, "Kurd îro ji her alî ve ber bi sazîbûnê ve diçe. Xebatên çand û hunerê yek ji lingên bingehîn ên vê sazîbûnê ye. Li gel qedexeya bi salan, bi taybetî bi fîlmên di salên dawî de hatin kişandin re, bingeha sînemaya Kurd hat danîn. Em weke xwendekarên Kurdistanî dixwazin, van fîlmên hatine kişandin li Ewropayê nîşanî gelê xwe û biyaniyan bidin. Bi vê yekê re em hem derhêran derdixînin pêşberî temaşevanan hem jî çanda xwe bi Ewropiyan re didin naskirin." Tag bang li Kurdên li Munchen û derdora wê dijîn kir ku beşdarî Rojên Fîlmên Kurd bibin, ku dê sê rojan dewam bike. 

Bernameya 2. Rojên Fîlmên Kurd ên Munchenê ji vê navnîşanê www.yxkonline.de dikare bê peydakirin.