Nûnera Herêma Akdenîz a ÎHD’ê Parêzer Yasemîn Dora Şeker ya rapora ÎHD’ê ya têkildarî binpêkirina mafan, pêkanînên kêfî û zextên li Girtîgeha Sergirtî T2 a Osmaniye aşkera kir, diyar kir ku gardiyan girtiyan tehrîk dikin û zextan li wan dikin. Hevserokê Şaxa Edeneyê ya ÎHD’ê Îlhan Ongur jî diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê zêdetirî 150 girtiyên siyasî yên Kobaniyî yan jî PYD’yî hene, ev kes bi awayekî li djî qanûnan girtîne û li hember vê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.
Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê rapora ÎHD’ê ya têkildarî binpêkirina mafan, pêkanînên kêfî û zextên li Girtîgeha Sergirtî T2 a Osmaniye amade kiribû li avahiya komeleyê bi civîneke çapemeniyê aşkera kir. Nûnera Herêma Akdenîz a ÎHD’ê Parêzer Yasemîn Dora Şeker a di civînê de axivî diyar kir ku piştî bihîstine li Girtîgeha Sergirtî ya T2 a Osmaniye binpêkirinên mafan hene 1’ê Hezîranê wek komîsyona hiqûqê ya komeleyê çûne serdana girtîgehê.
Şeker da xuyakirin ku li girtîgehê bi girtiyan û rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anîne û di hevdîtinên bi girtiyan re kirine derketiye holê ku binpêkirinên mafan ên cidî hene.
Şeker, têkildarî hevdîtina bi girtiyan re ev agahî da: "Hat diyarkirin ku ji ber sirgûnî Osmaniyeyê hatine kirin nahêlin bi awayekî bi rêkûpêk bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, alîkariyeke hiqûqî nagirin, lewma pir zehmetiya dikişînin, ji bo bertek nîşan didin û rastî cezayên dîsîplînê bên ji aliyê gardiyanan ve tên tehrîkkirin, Timî ji wan re dibêjin, ‘Hûn terorîst in’, bi awayekî tazî lêgerîna wan dikin, di koxûşên sê kesî de 12 kes dimînin, bi kamerayan wan dişopînin û bi vî rengî zextê li wan dikin, xwarin xerab in, bi taybet nahêlin kanalên wek IMC û yên weke wê temaşe bikin. Girtiyan diyar kirin ku tevî tiştekî li derveyî hiqûqê nekirine jî bi mehane bi awayekî neheq girtîne û xwestine tavilê bên berdan.”
Şeker di dewama axaftina xwe de got ku ji girtiyên şervanên YPG’ê yên li Kobanê birîndar bûn, rewşa Muhammed Muhammed, Erkîn Selanîk, Savaş Sonmez û Halîs Bozkaplan xerab e û tedawiya wan dereng dixin.
JI BO PYD’YIYÊN DI GIRTÎGEHAN DE NE WÊ SERÎ LI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN BIDIN
Piştî Şeker Hevserokê Şaxa Edeneyê ya ÎHD’ê Îlhan Ongor jî bal kişand ku li girtîgehên Tirkiyeyê zêdetirî 150 PYD’yî yan jî girtiyên siyasî yên Kobaniyî hene û got ev kes ji ber li hember DAIŞ’ê şer kirine di girtîgehan de tên ragirtin. Ongor wiha dewam kir: "Şerê li hember DAIŞ’ê, PYD’yîbûn û YPG’yîbûn li gor Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê ku ne sûc e, biryara Desteya Wezîran a tê gotin, PYD û YPG ne rêxistineke derveyî qanûnê ye heye. Di rapora ji aliyê emniyetê ve hatiye amade dikir sedema girtina van kesan wek mimkun e girêdana wan PYD’ê bi PKK’ê re hebe tê nîşandan.”
Ongor anî ziman ku ev kes bi awayekî li djî qanûnan girtîne, sûc tê kirin û li hember vê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.