Hunermendan ji bo Meşa Aştiyê bang kirin

Hunermendan ji bo Meşa Aştiyê ya wê ji aliyê Bloka Aştiyê ve bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.

Hunermendan ji bo Meşa Aştiyê ya wê ji aliyê Bloka Aştiyê ve bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.

Li hember terora DAIŞ’ê û polîtîkayên şer ên AKP’ê ji aliyê Bloka Aştiyê ve wê 26’ê Tîrmehê li Stenbolê Meşa Aştiyê ya Mezin bê lidarxistin. Hunermendan piştgirî dan meşê.

Hunermend Îdrîs Demîr, Hîvda Gokel, Erdogan Emîr û Yasemîn Goksu, li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê banga tevlîbûnê ji bo Meşa Aştiyê ya Mezin kirin.

DEMÎR: DIVÊ HER KES LI MEŞÊ XWEDÎ DERKEVE

Hunermendê NÇM’ê  Îdrîs Demîr, diyar kir ku Meşa Aştiyê ya Mezin gelên Tirkiyeyê eleqedar dike û got ku pêwîst e her kes xwedî li meşê derkeve.

GOKSEL: HER KESÊ HEZKIRINA WAN A JI MIROVAN RE HEBE DIVÊ BÊN

Hunermenda NÇM’ê Hîvda Gokel jî diyar kir ku ev meş di heman demê de meşa israra mirovbûnê ye û her kesên hezkirina wan ji mirovan re heye dawetî meşê kir.

EMÎR Û GOKSU JÎ BANGA JI BO MEŞÊ KIRIN

Hunermend  Erdogan Emîr jî diyar kir ku di bin navê “êrîşa li hember DAIŞ"ê de li ser Tirkiyeyê lîstîkek tê meşandin û got: “Ya şerê li wir sor dike û Sûriye kir nav rêya derketina wê nîne ev feraset e.” Emîr li hember vê ferasetê banga tevlîbûnê li her kesî kir.

Hunermend Yasemîn Goksu jî diyar kir ku wê di Meşa Aştiyê de cih bigire. Goksu ji gelên Tirkiyeyê xwest bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin meşa aştiyê.