Hunermendê Kurd Erol Berxwedan beşdarî 6. Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bû û wiha got: “Ev mîhrîcan xwedî wateyek mezin û bi rûmete, ji ber ku mîhrîcana Şehîd Bêrîtane. Şehîd Bêrîtan sembola berxwedanî û serhildana jina Kurde li himberî teslîmkarî û zilmê.”
Hunermend Erol Berxwedan li ser hatina xwe ya 6. Mîhrîcana Çand û Hûnerê ya Şehîd Bêrîtan ya li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û mijarên di rojevê dene dîtinên xwe ji ajansa ANF’ê re vegot.
Berxwedan li ser hatin û keyfxweşiya xwe ya ji bo Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan wiha vegot: “Ev hatina min ya Mexmûr a cara sêyeme, em li Bakûrê Kurdistan hem jî li Ewropa gelek caran diçin mîhrîcanan, lê belê mîhrîcana vê derê ji bo min cudaye. Cudahiya vê mîhrîcanê ya herî mezin ji mîhrîcanên din ewe ku, hem em têne li nav gelê Mexmûr, hem jî cudahî û wateya wê ji ber çalakî û berxwedana şoreşgera Kurd şehîd Berîtane. Bêrîtan sembola berxwedanî û serhildana jina Kurde li himberî teslîmkarî û zilmê. Gelê me yê Mexmûr gelek ji me hesdike, ev heskirina wan dihêle ku ez her carek bême livir û konsera ji bona wan bidim. Ez bi hatina xwe ya Mexmûrê rastî jî gelek keyfxweş dibim.”
Erol berxwedan li ser rol û girîngiya Hunermendên Kurd di parastina çand û hunera gelê Kurd de wiha got: “Dema mirov diçe kîjan welatên cihanê mirov dibîne kîjan avahî yan jî cihên xweş ji bona çand û hunerê hatine avakirin, ji ber ku li hemû cihên cihanê çand û hûner li cihê herî pêş de cihê xwe digire. Lê belê dema mirov berê xwe dide Kurdistanê bi rastî jî xwedî hunerek gelek dewlemend û pêşketiye. Lê belê nehatiye pêşxistin û roj bi roj ber bi wendabûnê ve diçe. Li gorî min yek ji sedemên wê yên herî bingehîn ewe ku îro li Kurdistanê siyaset ketiye li pêşiya hunerê. Rolê bi pêşda birina çand û hunera Kurdî dikeve ser milê hemû hunermendên Kurd. Pêwîste her hunermendek hewl bide di aliyê xwe de bi pêşde bibe.
Erol Berxwedan li ser şoreşa Rojava jî nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Bi rastî jî niha li Rojavayê Kurdistanê gelek siyasetên qirêj liser gelê Kurd têne meşandin. Li ser navê mirovatî, li ser navê cîhadê mirovan dişînin Rojava û Sûriye didin şer kirin. Di vir de tişta herî nexweş ewe ku ev dewletên ku sûd ji xwîn rijandina mirovan digrin ciwanên Kurd bi pereyan di xapînin û dibin navê îslamê de dişînin li Rojavayê Kurdistanê li himberî birayên wan yên Kurd didin şerkirin û xwîna wan bi destê wan didin rijandin.”
PÊWÎSTE HER HUNERMENDEK KURD JI BO SERKEFTINA ROJAVA XEBAT BIKE
Berxwedan di dawiya axaftinên xwe de bal kişande li ser rolê ku di şoreşa Rojava de dikeve li ser milê hûnermendên Kurd û wiha got: “Her hunermendek Kurd pêwîste wekî erkekî netewî ji bo şoreşa Rojava bikeve di nav kar û xebatekî bê hempa de. Ji ber ku şoreşa ku îro li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin ji bo her sê perçeyên din yên Kurdistanê wekî pêngavek ya azadî û serkeftinêye. Pêwîst dike ku ne tenê hunermend, her kesê ku bêje ez kurdim pêwîste piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bike.”