'Hûn ê bibînin adab bi zilmê nabe'

Partiyên siyasî û rêxistinên pîşeyî li dijî “Qanûna Ewlekariya Hundir” ji Tunelê heta Qada Galatasarayê meşiyan.

Partiyên siyasî û rêxistinên pîşeyî li dijî “Qanûna Ewlekariya Hundir” ji Tunelê heta Qada Galatasarayê meşiyan. Di meşa ku bavê Mehmet Ayvalişatê ku di bûyerên Geziyê de jiyana xwe ji dest da jî beşdar bû, peyama “Bi zilmê adab nayê kirin” hate dayin. Tevî HDP’ê, Tevgera Yekbûyi ya Hezîranê, Kaldiraç, Nunertiya Stenbol a DÎSK’ê, Platforma Şaxên KESK’ê, gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên pîşeyî tevlî meşê bûn.

Rêxistin, sazî û partiyên siyasî li dijî qanûna “Ewlekariya Hundir” ya dixwazin di Meclîsê de derbas bikin, ji Tunelê heta Qada Galatasarayê meşiyan. Girse di bin siya polîsan de pankarta “Ji qanûna Ewlehiya Navxweyî re Na”, “Qanûna faşîst vekişînin”, “Ji we re ewlehî, ji me re girtîgeh” vekirin û dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Bijî biratiya gelan”, “Wê ji meclîsê derbas bibe, lê li kolanan derbas nabe”, “Qatil dewlet wê hesabê bide” qîriyan.

Polîsan bi wesayîtên TOMA û ekîbên hêzên çevîk dor li Qada Galatasarayê girtin. Bavê Mehmet Ayvalitaş Alî Ayvalitaş li ser navê girseyê daxuyanî xwend. Ayvalitaş diyar kir ku li hemberî hemû hewldan û nerazîbûnan dixwazin qanûna di bin navê “Qanûna ewlekariya hundir” de ji meclîsê derbas bikin û da zanîn ku bi van qanûnê ku heta niha daye derbaskirin, dixwazin rewşa awerte (OHAL) bînin.

Alyvalitaş got: “Îro tişta AKP dijî ev e” û wiha domand: “Ev qet çênabe. Ger qanûn di meclîsê re bê derbaskirin, wê ji kolanan derbas nebe. Ew bê hukm e. Hûn ê bibînin bi zilmê ti adab nayê kirin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmên “Kesek nikare gelê bi rêxistin bin bixe” hatin gotin.