'Heskîf di bin avê de bimîne wê mirovahî bifetise'

Ekolojîst Guner Yanliç li ser talankirin û wêrankirina warê dîrokî Heskîfê axivî û diyar kir ku bi rêbaza bendavê dixwazin Heskîfê bê nasname bihêlin. Yanliç destnîşan kir, eger Heskîf di bin avê de bimîne wê mirovahî bifetise û banga xwedîderketinê kir.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê çêkirina Bendava Ilisûyê didome. Ji ber bendavê wê navçeya dîrokî ya xwedî 12 hezar salî Heskîf di bin avê de bê hiştin. Hilweşandina li Heskîfê vê hefteyê jî dewam kir. Li navçeyê li aliyekî hilweşandin didome û li aliyê din jî di bin navê "restorasyonê" de karê veşartina Keleha Heskîfê ya bi betonê jî didome. Tê dîtin ku bi dehan şikeftên dîrokî bi betonê hatine dagirtin û veşartin. Şikefta dîrokî ya ku qala dîroka wê ya 10 hezar salî tê kirin bi kepçeyan hilweşandin û din betonê de hiştin. Ji roja hilweşandinê dest pê kir, Turbeya Zeynelbeg, Turbeya Îmam Abdullah, Minareya Mizgefta El-Rizik, Mizgeft û Mineraya Selahattîn Eyûbî, Hemama Artuklu û Deriyê Roma yên dîrokî ji şûna wan hatin rakirin û birin li cihê Heskîfa Nû bicih kirin. Dema ev berhemên dîrokî hatin veguheztin nayê zanîn ku çiqas zirarê dîtine. Li gel van veguheztinên berhemên dîrokî Keleha Heskîfê ya dîrokî jî bi betonê tê dorpêçkirin. 

'DIVÊ MIROVAHÎ XWEDÎ LI HESKÎFÊ DERKEVE’'

Li Heskîfê heta îro ji sed şikeftî zêdetir di bin navê "restorasyonê" de bêyî bê lêkolînkirin bi makîneyên kar hilweşandin û xistin bin betonê. Ekolojîst Guner Yanliç nerazîbûn nîşanî talankirin û wêrankirinê da û da zanîn ku hikûmet ji bo sermaye xwe mezin bike dîrokê talan dike. Yanliç anî ziman ku hikûmeta heyî xwezayê wêran dike û li şûna wê warên metal, beton û madenê dihêle. Yanliç bilêv kir ku warên jiyanê av, daristan û kendavan tevî wêran dike û li şûna wan înşaetê pêş dixe û wiha axivî: "Heskîf hem di aliyê ekolojiyê de û hem jî di aliyê çand û dîrokê de warekî pir girîng û bi wate ye. Divê ekolojîst li dijî vê yekê têkoşînek mezin bikin. Heskîf di aliyê dîroka mirovahiyê de gelekî girîng e. Ger ku Heskîf wêran bibe û di bin avê de bimîne mirovahî bê nefes dimîne. Divê ji çar aliyên cîhanê berê xwe bidin Heskîfê û li Heskîfê xwedî derkevin."

'DÎROKA KURDAN TÊ TUNEKIRIN'

Yanliç bibîrxist ku weke Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamayayê ji bo balê bikêşin li ser talankirin û wêrankirinê çalakiya xwe ya sêyemîn di 7’ê Hezîranê de li Eskîfê pêk anîn û wiha pê de çû: "Dewleta Tirkiyê bi salane bi polîtîkayên cuda li civakê koçberiyê fez dike. Bi çêkirina Bendava Ilisûyê jî yek ji vê poltîkayê ye. Dîroka desthilatdariyê li gel Sûmeriyan berî 5 hezar salan destpêkiriyê. Lê belê warê dîrokê Eskîf xwedî dîroka 12 hezar salan e. Minekek gelek dişibe Eskîfê dîsan li Êlihê pêk hatibû. Besta Êlihê û Çemê Hola dibin avê de ma. Çemê Hola şahîdî ji 12 hezar salan re kiriye. Dîsan Bendava Atatork ya li ser Çemê Firatê hate çêkirin, Newala Çorê dibin avê de hişt. Her wiha li navenda Amedê Bendava Farqînê Geliyê Godernê û bi xwe re 50 gundan dibin avê de dihêle. Geliyê Godernê ji demê neolîtîk maye û malovanî ji dîrokê re kiriye. Dewlet dîroka Kurdan ya hezaran salan bi hinceta ewlehiyê û rantê dibin avê de dihêle û bi vê yekê dixwaze bîra Kurdan tune bike. Li aliyê din têkiliya xweza û mirovan ji hevdû qut dike û cihê jiyana hezaran zindiyan dibin avê de tê hiştin. Hinceta Bendava Ilisûyê enerjî û avdana çandiniyê tê bi nav kirin. Lê belê pêdiviya Tirkiyê bi vê yekê nîne û her kes çêkirina Ilisûyê baş dizane. Dewlet bi hincetê dixwaze civakê bixapîne û dibin vê yekê de jî dîroka hezaran salan tê tunekirin." 

‘TIRKIYE BI AVÊ GEFAN LI WELATÊN CÎRAN DIXWE’

Yanliç da xuyakirin ku hikûmeta AKP’ê bi ava ji Kurdistanê di hereke li welatên cîran gefan dixwe û got:" Diviya di meha Adarê de pêşî li avê hatiba girtin lê hikûmeta AKP’ê ev yek weke gef û şantaj ji bo xwe bikar anî. Li ser daxwaza Iraqê pêşî li avê nehat girtin û berdila vê jî destûra operasyonên leşkerî û bombebaran xaka Iraqê  ji bo Tirkiyê hate dayîn." 

'LI HEMBERÎ DÎROKÊ KOMKUJÎ PÊK TÊ'

Yanliç, herî dawî destnîşan kir ku temenê Bendavan pir kurt e û xwest her kes bi awayekî çalak li dijî talankirina Heskîfê derkevin û wiha got: "Heskîf ji bo dîroka mirovahiyê pir girîn e. Eskîf dewlemendiya mirovahiyê ye. Îro ji bo Eskîfê ne direnge, em bi çalakiyên cemawerî dikarin pêşiya vê yekê bigrin. Divê her kesek xwedî li rola xwe ya dîrokî derkeve û pêşî li komkujiya li hemberî dîrokê rabe."