Hêrsa li hember AKP û DAIŞ’ê zêde dibe

Komkujiya Pirsûsê li Kurdistan û Tirkiyeyê hat şermezarkirin.

Komkujiya Pirsûsê li Kurdistanê û Tirkiyeyê hat şermezarkirin. Dayika Aştiyê Cemîle Aydin a di daxuyaniya Îzmîrê de axivî diyar kir ku yên weke Devlet Bahçelî bêjin, "Li wê derê çi karê wan hebû" û ji devê xwe jehriyê belav bikin wê ev xwîn raneweste.

ÎZMÎR

Meclîsa Dayikên Aştiyê di daxuyaniya li avahiya HDP'ê de hat dayîn de qetlîamê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de li ser navê dayikan Behiye Yalçin axivî û diyar kir ku berpirsiyarê qetlîama ku pêk hatiye AKP ye. Ji dayikan Cemîle Aydin jî anî ziman ku heta wên wekî Devlet Bahçelî bêjin "Li wê derê çi karê wan hebû" û hebin dê ev xwîn raneweste.

BEDLÎS

Li navçeya Elcewaz a Bedlisê bi pêşengiya HDP û DBP'ê li ber avahiya navçeya HDP'ê bi sedan kes hatin gel hev û heta qada navçeyê meşek pêk anîn. Endamê Mecilsa Giştî ya Navendî ya DBP'ê Necmetîn Arikbaşli piştî meşê axivî û da zanîn ku AKP bi piştgiriya ku dide DAIŞ'ê welat ber bi şer ve dibe.

MÛŞ

Li navçeya Melegîra Mûşê bi hezaran kes kul i ber avahiya navçeyê ya DBP'ê li hev kom bûn ji bo qetlîama li Pirsûsê pêk hat şermezar bikin heta Qonaxa Hikûmetê meş pêk anî. Piştî meşê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk hat.

Li navçeya Dîgor a Qersê bi sedan ke ku da nava wan de parlementer jî hebûn li Kolana Yilmaz Guney li hev kom bûn û daxuyaniyek dan. Li ser navê girseyê Hevseroka Navçeya DBP'ê Hîvda Çelebî axivî û diyar kir ku ew qetlîama ku pêk hatiye şermezar dikin.

SÊRT

Meclisa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê jî qetlîamê bi daxuyaniya ku li ber avahiya meclisa xwe dan şermezar kirin. Li ser navê dayikan Leyla Ozer axivî û bang li Serokomar Erdogan kir ku ji ber zarokê wî nemiriyaye ew êşa dayikan fêm nake û got divê êdî dest ji karên tarî ya li hemberî kurdan pêk tîne berde.

ŞIRNEX

Li navçeya Bêşebaba Şirnexê bi sedan kesên ku li ber avahiya navçeyê ya DBP'ê li hev kom bûn heta Cadeya Cumhuriyetê meşiyan û qetlîama li Pirsûsê ku pêk hat şermezar kirin.

AMED

Meclisa Jinên Şaredariya Yenîşehîr a Amedê li ber Şaredariyê daxuyaniyek hat dayîn û bi daxuyaniyê jinan qetlîama hovane şermezar kirin û xwestin Serokomar Erdogan hesabê vê yekê bidin.

KERBORAN

Li Kerborana Mêrdînê jî saziyên sendîkayî ku di navbera wan de KESK û DSÎ jî hebûn li ber 16'emîn Midûryeta Herêmî daxuyaniyek dan çapemeniyê û komkujiya li hemberî ciwanên sosyalîst ku pêk hat şermezar kirin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê li ser avahiya komeleya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê u gelek sazî piştgiriyê dan daxuyaniya wan. Di daxuyaniyê de ku parlementerên HDP'ê jî amede bûn qetlîama li Pirsûsê ku pêk hat bi tund hat şermezarkirin.